DAIŞê êrîşî gundekî Kakeîyan li Xaneqînê kir

DAIŞê êrîşî gundekî Kakeîyan li Xaneqînê kir

Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kakeîyan li Xaneqînê kir û bavek û kurekî wî şehîd bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şeva bûrî, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê Buhara Taze yê ser bi Xaneqînê ve û di encamê de bavek û kurekî wî şehîd bûn, herwiha 10 welatî û endamên hêzên ewlehîyê yên Iraqê birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê da, bombeyek bi hêzên Iraqî de jî teqîya.

Piştî vekişîna Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî, valahîyeke ewlehîyê li wan navçeyan durist bû û tevgera çekdarên DAIŞê zêde bû, ji wê demê ve çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîş dikin û xelkê sivîl jî direvînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin