Daîreya saxlemîya gel ya Swêdê bi kirmancî agahdarî di heqê coronavîrusê de belav kir

Daîreya saxlemîya gel ya Swêdê bi kirmancî agahdarî di heqê coronavîrusê de belav kir

Daîreya saxlemîya gel ya Swêdê bi kirmancî agahdarî di heqê coronavîrusê de belav kir da kirmancîaxêvên li Swêdê jê fêm bikin: Xwe nêzîkî kesên nexweş neke. Hingê tu hem xwe û hem jî kesên din ji vegirtina nexweşîyê diparêzî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li vê derê em gelek şîretên din didin ku mirov çawa xwe ji vegirtina vê nexwseşîyê biparêze.

Gava nexweş bikevî li malê bimîne

Heger tu xwe nexweş hîs bikî û lîça te vekişe, bikuxî yan te ta girtibe, hingê neçe kar yan medresê. Hingê çi rîsk nîn e ku tu kesên din bi nexweşîya xwe bixî. Heger hindik be jî tu xwe nexweş hîs bikî, divê tu wisa bikî.

Heta nexweşîya te berdewam bike, li malê bimîne. Heger rewşa te xirabtir bibe û tu êdî nikaribî li malê li xwe binerî, hingê bo şîretwergirtina derbareyê nexweşîyê, telefon bo 1177 bike (bI swêdî û înglîzî).

Piştî ku tu rehet bûyî, berî ku tu dîsa vegerî ser karê xwe yan jî vegerî medreseyê, herî kêm 48 saetan li malê bimîne.

Kesên bi temen dikarin xirabtir nexweş bikevin. Loma grîng e, ku tu belasebeb serdana kesên nexweş li nexweşxaneyê yan jî li mala äldreboende (salmezinan) nekî. Heger tu xwe herî hindik jî nexweş hîs bikî, neçe serdanên van deran. Heger karê te sexbêrîya salmezinan be, heger tu bikuxî yan jî bapêş bî, gerek e tu neçî kar.

Bila haya te ji symptom'a (nîşan û alameta) nexweşîya covid-19 hebe

Symptom'a nexweşîya covid 19, berî her tiştî; ta ye û kux e. Her wisa jî pirsgirêkên bihnçikandinê, serêş, êşa masil û movikê, symptom'ên normal in. Piranîya kesan bi sivikî nexweş dibin û li nav demekê ev nexweşî bi sexbêrîya li malê jixweber diçe û derbas dibe. Hin kes giran nexweş dikevin wek nimûne bi pirsgirêkên bihnwergirtinê û îltîhaba pişikê. Heger yek ji van symptoman li nik te xuya bike, hingê divê tu bi kesekî din re nedî û nestînî.

Destên xwe gelek cara bişo

Ew maddeyên ku vîrusê belave dike, dikare pir bi hêsanî bi destê mirovan ve bizeliqe. Gava tu bi destê yekî digirî, hingê ew madde ji destê te diçe li destekî din belave dibe. Loma destê xwe gelek caran bi ava germ herî kêm 20 sanîye bişo.

Her dem gava tu têyî malê yan gava tu têyî ser karê xwe, diçî derve, berî xwarinê, gava destê xwe didî xwarinê û piştî serdana tûwaletê, destên xwe bişo. Gava tu nikaribî destê xwe bişoyî, destşûştina bi alkolê alternatîfek e.

Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke

Gava tu dikuxî yan dipişkî, dilopên biçûçik ên bi maddeyên vegirtina nexweşîyê ji dev û pozê te belave dibin, dikare vîrusê ji te belavê kesekî din bike. Bi kuxîn û pişkîna li nav qermûçeka milê xwe, yan li nav destmaleke kaxezê, tu nahêlî ku vegirtina vê nexweşîyê li der û dora te, yan li ser destê te belave bibe. Her dem wê kaxezê bavêje nav qutîka ziblê û destê xwe bişo.

Destê xwe nede çav, poz û devê xwe

Ev vegirtina nexweşîyê bi rîya mukoza li nav çav, poz û devî belave dibe. Loma destê xwe nede çav, poz û devê xwe.

Alkola destşûştinê

Gava sabûn û av tunebe, hingê dikarî alkola destşûştinê ya bi kêmanî %60 alkol têde heye bi kar bînî.

Folkhalsomyndigheten

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin