Dadweriya Fransayê Rifat Esed bi 4 salan ceza kir

Dadweriya Fransayê Rifat Esed bi 4 salan ceza kir

.

A+A-

Dadgeheke Istinafê ya Fransî, Rifat el Esed, birayê serokê berê yê Sûriyê Hafiz el Esed bi tohmeta komkirina samanekî bi rêya hîlebaziyê hukmê 4 salan zindanîkirin lê birrî.

Parezerê Rifat Esed ê bi navê Emmanuel Rosenfeld diyar kir ku Dadgeha Îstînafê bi navê xelkê Ferensayê biryarek derkirye ku tê de berpirsekî bilind ê welatekî biyanî tometbar dike, ku bi temamî li dijî hemû yasayan û li derveyî deshilata wê dadgehê ye û got: “Ew tomet di yasaya Sûrî û Fransî de jî ti cihekî wê nîne. Em dê di zûtirîn dem de, tanê li wê biryarê bidin."

Herwiha ji aliyê xwe ve, dadwerekî Spanî daxwaz kir, ku divê Rifat Esed bi tohmeta spîkirina 600 milyon Euro bê dadgehîkirin, hevdem Rifat Esed li Swîsrayê jî bi tohmeta pêkanîna tawanên cengê di heştêyên sedsala bîstan de tê dadgehkirin,wate komkujiya Hemayê di sala 1982an de.

Parêzer Chanez Mensous jî got: “Ev yek bo me nîşaneke zêde erênî ye. Em li hember vê biryara nû gelekî dilxweş in, bi taybetî jî ku dema çendîn mehan e li Fransayê mîkanîzmayek bo dest bi serdagirtina samanê neyasayî tê cîbcîkirin. Lê ev pirs ne bi tenê derbarê dest biserdagirtina samanê neyasayî ye, lê belê, pirsa vegerandina wan samanên bo wan xelkê neheqî li bermaber wan hatiye kirin. Ev biryar û ev hukim peyameke erênî dide derbarê rûbrûbûna gendeliyê li Fransayê."

Di 17ê Hezîrana 2020an de, li Parîsa paytexta Fransayê , dadgeheke Fransî bi tohmeta diziya xezîneya dewleta Sûriyê hukmê 4 salan zindanîkirinê li Rifat Esed birrîbû, lê li gor yasaya Fransayê ji ber ku temenê Rifat Esed 84 sal e, dibe ku neçe zindanê, lê tenê wê aqarên wî yên ku bi 90 milyon EURO têne texmînkirin ji aliyê hikûmeta Fransayê bêne destserkirin.

Rifat Esed, birayê biçûk ê Hafiz Esed serokê berê yê Sûriyê ye, ku di sala 1984an de derbeyeke serbazî biserneketî dijî birayê xwe pêk anîbû, lê piştre bo derveyî welat hate sergon kirin.

(Rûdaw)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin