Cuma Çîçek: Pirsa Kurdî, pirsa statu û parvekirina desthilatê ye

Cuma Çîçek: Pirsa Kurdî, pirsa statu û parvekirina desthilatê ye

.

A+A-

Cuma Çîçek û Navenda Bîrê raporek li ser çareseriya siyasî ya kêşeya Kurdî ragihand.

Akademisyen û lêkolînerê Kurd Cuma Çîçek bi hevkariya Navenda Heqîqet- Dadwerî û Bîrê, yekem rapora ku li ser meseleya Kurd û çareseriya wê ya siyasî amade kiriye ragihand. Rapora bi navê ‘Di Çarçoveya Kêşeya Kurdî û Aştiya Siyasî de Parkirina Hêzê û Nenavedîtî’ li ser pirsên têkçûyîna hewldan û pêvajoyên aşitîyê û ji çareseriyê çaverêkirinên aliyan, tespît û diyardeyên girîng dihevîne.

Rapora yekem a bi navê bi meseleya Kurd ve girêdayî sazûmankirina aştiya civakî û parvekirina hêzê û çavkaniyan;  ji aliyê akademisyen Cuma Çîçek û Navenda Bîrê ve hat ragihandin. Di raporê de, li ser sedemên têkçûyîna pêvajoya aşitî û çareseriyê, helwest û hişmandiya dewlet û hikumeta Tirkiyeyê, di çaverêkirinên ku ji wê pêvajoyê çaverê dikrin û pêşbîniyên ku dê rêya çarseriyê hêsan û xweş bikin hatine nirxandin.

Akademisyenê Kurd Cuma Çîçek anî ziman ku Navenda Heqîqet- Dadwerî û Bîrê, bi mebesta ku li ser meseleyên esasî û girîng lêkolînên akademîk, siyasî û civakî bike hatiye sazkirin û pirsa Kurd jî, meseleyeke  mezin û girîng e, lê kêm xebat li ser meseleyê bi xwe û çareseriyên wê hatine kirin. Loma jî wan xwestiyê bi vê xebatê, hem kêmasiyên hewldanên çareseriyê yên berê dest nîşan bikin û hem jî bi ceribandinên li Cîhanê pêkhatine re, rêyên karhêsankirina çareseriyê bidin gengeşî kirin.

Akademisyen Cuma Çîçek ji K24ê wiha axivî: “Em ji tecrubeyên cihanê dizanin ku pêvajoyên mesleyên wiha gelek caran dest pê dikin û têk diçin, dîsa prosesên nû dest pê dikin û têk diçin. Yanî bi yek hewldanekî van mesleyan çarser nabin û jê re wext lazim e. Saziya Navenda Bîrê jî dizane ku pêdivî bi haziriya pêvajoyên nû heye û bi taybet jî dema ku ew pêvajo were ser mêzê, kitekitên meseleyê çi ne, stunên esasî yên meseleyê çi ne û dikare çi bê kirin? Yanî li ser van meseleyan mixabin xebatên bi rêkûpêk nehatine kirin. Me gelek giran dest bi pêvajoyê kiriye, mesele hatiye ser mêzê, lê hêj em neketine naveroka mesleyê. Li ser esasen aşitî û demokrasiyê ev rapor hatiye amade kirin.”

Hat ragihandin ku ev yekem rapor û xebata li ser çareseriya siyasî ya kêşeya Kurd e û dê di nav 5 salên pêş de, rêze raporên nû jî bên amade kirin. Raporên ku bi 3 zimanan tên amade kirin, dê ji bo hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û saziyên pêwendîdar bên rê kirin.

Pisporê Sosyolîya Siyasî Cûma Çîçek da zanîn ku dewlet û hikumetên Tirkiyeyê dixwazin kêşeya Kurd ji diyardeyên rastiya wê dûr bibînin û wisa jî çarçoveya çareseriyê deynin û bi amadekirina vê raporê jî mebest ew e ku kêşê bi rastiyên xwe ve bê dîtin û gengeşekirin.

Akademîsyen Cuma Çîçek dibêje: “Ji sala 1999’an heta niha 3 pêvajoyên esasî qewumîn û di hersê pêvajoyan de jî;  dema ku em lê dinihêrin, bi taybet dewlet û hikumetên li Tirkiyeyê, dixwazin vê meseleyê wek meseleyeke nasnameyî û zimanî sînor bike û piçek jî bi xurtkirina şaredariyan çareser bike. Lê em dizanin ku meseleya Kurd ku em wek lîteratur nav lê bikin: pevçûnên tedîtorîyal li ser nasnameyekî ava buye û ev kêşe bêy ku meseleya parvekirina deshilatdariyê nîqaş bê kirin nayê çareser kirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê weka ku ev mesele, ne mesleyeke tedîtorîyal e, ne meseleya parvekirina desthilatdariyê ye, wek ku meseleyeke nasnameyî ve tê nîqaş kirin. Lê ew pênase kêşeyê tarif nake, ji ber ku li gor daxwazên gelê Kurd nîn e û dawiya dawî ev mesele, meseleya statuyê ye, meseleya desthilatdariyê ye û meseleya parvekirina desthilatdariyê ye.”

Di raporê de bal tê kişandin ku bi nenavdîtî, li gel çareseriya kêşeya Kurd, çareseriya kêşeyê esasî yên wek demokrasiyê, parvekirina çavkaniyan di nav hereman de û peydabuyîna rêxistinbûDneke baştir ji bo xizmetên civakî dê hêsantir peyda bibe.

Kurdistan24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin