Covid-19: Li Herêma Kurdistanê biryarên nû

Covid-19: Li Herêma Kurdistanê biryarên nû

.

A+A-

Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê (Covid-19) biryarên nû eşkere kir.

Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê (Covid-19) îro sêşemê 4ê Kanûna 2022yan bi serperiştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed civiya, piştî pêşkêşkirina raporta Wezareta Tendirustiyê çend biryar hatin dayîn.

Biryarên nû yên Lijneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê ev in:

Yekem: Dirêjkirina dema wergirtina vaksînê ji aliyê hemû karmendên hikûmetê ve heta 20ê Kanûna 2022yan. Karmendên ku pabendî biryarê nebin, li gor yasaya tendirustiya giştî muamele ligel wan dê were kirin.

Duyem: Encamdana testa Koronayê li deriyên sînorî ji bo hemû geştyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, heta kesên ku karta wan a vaksînê jî hebe, lê belê kesên ku testa wan a Koronayê ya beriya 48 saetan hebe, ne tê de.

Sêyem: Lijneya Bilind biryar da, ku Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi hemahengiya ligel yekeyên îdarî di rojên bê de rênimayên taybet li ser danîna konên şînê derbixe.

Çarem: Komên geştyariyê divê beriya 48 saetan testa Koronayê kiribin, an jî karta wan a vaksînê hebe.

Pêncem: Divê hemû welatiyên vaksîn wergirtine an wernegirtine, li hemû cihên giştî yên girtî yên weke saziyên hikûmetê, market, restoran, cihên bazirganiyê, kompaniyan û cihên din ên sektora taybet, pabend bin bi bikaranîna maske û mesafeya 1,5 metre di navbera hev de.

Şeşem: Piştî roja 01/02/2022yan bêyî karta vaksînê an testa Koronayê ya beriya 48 saetan, ji bo ti kesî rê nayê dayîn ku serdana cihên giştî bike weke saziyên hikûmetê, market, restorant, cihên bazirganiyê, kompaniyan û holên merasîman.

/K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin