Cizirî: Em Kurd in, divê em bi Kurdî biaxivin

Cizirî: Em Kurd in, divê em bi Kurdî biaxivin

Rûpela Nû heypeyvîneke taybet li gel Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şerefxan Cizîrî Dîrokzan û Sîyasetmedarekî Kurd e.

Di sala 1955 da li Qamîşlo hatîye dinê, perwerdeya seretayî û navîn li Mêrdîn û Niseybîn ê da diqedîne. Di Sala 1975 da dihere li Swêd bi cîh dibe. Li Unîversîteyên Stockholm û Uppsala yê da li ser Dîroka Raman û Dîrokê dixwûne . Li vî welatê bi awayek çalak sîyasetê dikî û li bajarê Huddingê dibe serokê şaredarîyê.

Rûpela Nû li ser jîyana Cizirî, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî û yekitî û yekrêzîya Kurdan axivî. Heypeyvîna me ya li gel Cizirî wê sê beşan pêk bê.

Rûpela Nû: hûn dikarin xwe bidin nasîn

Şerefxan Cizirî: ez Şerefxan Cizirî me û ez xelkê Mêrdînê me. Ez gellek salan li derveyî welat mam. Li welatê Îskandînavya Swedê 25 salan mam. Min li wê derê zaningeh jî xwend li bajarê Huddingê şaredarî jî kir. Li ser tarîxa fikir min master kir. Gellek di medyaya Kurdî de xebatên min hene. gellek pirtûkên min çap bûne û hêj zêdetir li benda çapbûyînê ne. Piranî xebatên çand û kulturî dikim. Çand e, hûner e, ziman e.

Hûn wek Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ne jî. Gelo ev platform ji ku derket? Armanca wê û xebatên wê çi ne?

Platform di sala 2016an de tifaqa me ya Kurdistanî hebe bi partîyên Kurdistanî ve hatibû avakirin. Wek PAK, PSK, KDP, Partîya Demokrat a Kurdistan, Partîya Komînîst a Kurdistan, hareketên me yên oldar wek Heraketa Azadî bi van partîyan tîfaqa me hebû. Piştî hilbijartinên heremî me dît ku pirsa ziman gellek girîng e, li ser vê me hinekî civîn kirin. Di wan civanan de me got em platformekî ava bikin tenê ji bo ziman bixebite. Me gellek niqaş jî kirin yan tenê ziman be yan na, gellek nîqaşên din jî hebûn. Hevalan bi taybet jî kek Mesud Tek û Mustafa Ozçelîk xwestin ez bibim berpirsyarê vî karî; mesela min û ziman hebûn bi vî awayî wezîfe dan min. Me jî bi vî awayî destpê kir. Partîyên din jî me dixwest ku bên nav me. Bi vî şiklî em fireh bûn neh tevger û partî. Dawîya 2016an di mwha danzdehan de me civîna xwe ye yekem lidarxist. Di wê civînê de me komxebatek çêkir. Di wê komxebatê de rêvebirîyek derket holê. Ew rêvebîr vaye karê xwe dike.

Zimên heta niha bêtir bi destê Kurdan hatîye asîmîle kirin

Bi ya min me gavek baş avêt. Çima? Ji ber ku pirsa zimên heta niha bêtir bi destê kurdan hatîye asîmîle kirin. Çîqasî dewleta tirk dijwar be jî, çîqasî otorîter be jî, dijî demokrasîyê be jî me Kurdan jî guh neda zimanê xwe. Edebîyata xwe, çanda xwe, kultura xwe gellekî ji me bûn xerîbê welatê xwe. Jiber vê yekê bi ya mon gavavêtina zimên, kultur û hişmendîya zimên gavek giring bû. me bi hev re ev kar kir. Ya hêj girîngtir em bihev re hevbeş bûn. Yanî partîyên me hemû em bûn hevbeş em bûn yek. Me daxwazên xwe kirin yek. Sîyaset karê herkesî bû lê di warê zimên de di mafê zimên de fikr û qaweta xwe me kir yek û em saleke jî vê xebatê dewam dikin.

We got neh partî û sazî di nav PZKê de cî girtin. Gelo platform bi vî awayî nakeve di bin sîyasetê û bandora van partîyan?

Ez gellekî bi bawerî bibêjim; bi ya min ne şaş e ku di bin bandora partîyên sîyasî de be. Zimanê Kurdî bê sîyasetê bê partîyên sîyasî bê sazîyên sivîl bê gelê me hal nabe çareser nabe. Hinek mirov dibêjin hin partîyên sîyasî li wir bin ez nayêm. Xeta wan şaş e. Çima şaş e? Jiber ku partîyên me yên sîyasî qaweta me ye ku em pê sîyasetê bikin. Tu bixwazî li ser zimên xebatê bikî, partîyên sîyasî mohra xwe li ser te ferz nake. Heta niha min negotîye ez ji filan partîyê me ji bêvan partîyê me. Ez nabêjim jî. Çima? Jiber ku herkes kêm zêde dizane em kî ne, ji ku tên. Hewce nake em nasnameya xwe ya sîyasî derxin pêş. Nasnameya me ya sîyasî zimanê me ye, mafê zimanê me ye kultura me ye. kîjan partî bê nav platformê bila kerem bike bê. Gava me platform ava kir em çûn cem hevalên HAKPARê jî. Me dixest bi me re bin. Mixabin xwe ji me dûr xistin. Em çûn cem HUDAPARê jî. Wan jî gav neavêtin bên nav me. Em partîyekê ser ti kesî ferz nakin, kî dikare li ser zimên bixebite em derfet bidin rê û rêbazan bibinin ka em ê çawa mesela zimên bêtir derxin rojevê û em ê çawa karibin Kurd wek nasnameya xwe xwedî zimanê xwe derkevin wek hebûna xwe.

Yê ku Kurdîya wî tune be Kurdî nizanibe bawer bike ez wî nakim gavan jî.

Platform niha çi xebatan dike? Xêbatên berbiçav hene yan wê hebin?

Karê platformê ne karê zimanzana ye. Zimanzanatî tiştek din e, karê platformê karek din e. Em doza zimên dikin. Neku teknîka zimên, mirovan ziman hîn bike. ew hinek dezgehên din dikarin bikin. Enstitû dikare bike, komele dikarin bikin. Em ne ji bo fêrkirina zimên avabûne. Em bo mafê zimên bidest bixin ava bûne. Bo hişmendîya zimên organîze bûne.

Xwedî ji zimanê xwe derkevin. Ma tu ne Kurd î? Çima tu zimanê xwe xwedî dernakevî? Otaasîmîlasyona di nav Kurdan de di nav ti welatan de tune ye. em gazînan ji dewletê dikin rast e. Bes bawer bike em jî xemsar in. Zarokê xwe navê wan dike navekî Kurdî wek Azad û Berxwedan û tirkî bi wan re diaxivin. Di vir de gerek mirov hinek pîvanan deyne. Yan jî serok û rêberên Kurdan çima Kurdî nizanin? Tu serokê komeleya mamosteyan î çima Kurdî nizanî?

Tu li welatê Kurdan bî divê tu Kurdî zanibî. Ez gellek caran dibêjim. Yê ku Kurdîya wî tune be Kurdî nizanibe bawer bike ez wî nakim gavan jî. Bila pêşîyê here Kurdî hîn bibe. Tu gavanê Kurdan bî û Kurdî nizanibî wê çawa be? Jiber vê yekê divê em wê zextê zor bikin. Divê Kurdî bê fêr kirin. Taybet jî ew kesên pêş: rewşenbîr, sîyasetmedar, serokên sendîkayan, parlementer, şaredar… Ev hemû divê pêşî zimên fêr bibin. Kurdî nizanibin bila doza ti tiştî nekin. Bila nebêjin ez ê bibim berpirsê we serokê we. Jiber ku xelk li wan dinêre. Em ne dijî tirkî ne ne dijî zimanên din in. Bes em Kurd in, divê em bi Kurdî biaxivin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum