Ciwanekî 19 salî di Zêya Mezin de xeniqî

Ciwanekî 19 salî di Zêya Mezin de xeniqî

Qayimqamê Berdereşê ragihand, ciwanekî temen 19 salî di ava Zêya Mezin de xeniqî û tîm û hemwelatî ji bo dîtina termê wî ciwanî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Xelîl Mehmûd, Qayimqamê Berdereşê ji Rûdawê ragihand, îro ciwanekî bi navê Mistefa Bextiyar Osman ê temen 19 salî, ku xelkê gundê Xarok ê ser bi bajarokê Daretû li qezaya Berdereşê, ket ava Zêya Mezin û xeniqî.

Qayimqamê Berdereşê, amaje bi wê jî kir ku tîm û xelkê gund ji bo dîtina termê wî ciwanî li ser xebatên lêgerînê berdewam in û diyar kir ku ji ber kûrbûna avê, xebateke zêde pêwîst e ji bo ku termê wî ciwanî bê dîtin

Li gor gotina Xelîl Mehmûd, “Ti kes li gel wî ciwanî nebûye, ji ber ku guindê Xarok û gundên dewrûberê, ji ber rêkarên koronayê, belemên wan ji kar rawestiyane. Piştî xeniqîna wî peywendî li gel me hat kirin û me rê da ku bi mebesta dîtina termê wî ciwanî beleman bikar bînin.”

Qayimqamê Berdereşê, got jî niha ji ber bilindbûna pileya germayê ciwan ji bo melevanîkirinê berê xwe didin çeman.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin