Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi aliyên siyasî re destpê kir

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi aliyên siyasî re destpê kir

.

A+A-

Li Hewlêrê, civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re destpê kir.

Di civînê de Bafil Talebanî serokatiya şanda YNK dike, Elî Bapîr serokatiya şanda Komela Dadgerî, Selahedîn Behadîn serokatiya şanda Yekgirtûya Îslamî, Omer Seyîd Elî serokatiya şanda Gorranê, Fazil Mîranî serokatiya şanda PDKê dike û Mihemed Hacî Mehmûd jî serokatiya şandina Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dike.

Biryar e ji her aliyekî, endamekî polîtbûroyan jî beşdarî civînan bibin. Ji pêkhateya Tirkmanî Aydin Marûf Wezîrê Herêmê bo karûbarê pêkhateyan û ji pêkhaiya Krîstiyan Ano Cewher Wezîrê Gihandin û Veguhestinê di civînê de amade dibin.

Herwiha di civînê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encama serdana xwe ya bo Fransa û civîna li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Karûbarên Derve yê wî welatî bo aliyên siyasî eşkere dike.

Biryare di civînê de behsa yekrêziya nav mala Kurdî û komdengiya wan li ser mijarên girîng bê kirin. Yek ji mijarên din, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê dibe, bi taybet piştî wan guhertinên ku di encama pejirandina yasaya budçeyê de çêbûne. Herwiha biryar e di mijareke din de gotûbêj li ser hewlên amadekirina Destûra Herêma Kurdistanê bê kirin. 

Herwiha, yek ji mijarên din ku dibe gotûbêj li ser bê kirin, guhertina yasaya hilbijartinan e ku niha di rojevê de ye û hewlek heye ku guhertin di yasaya hilbijartinan de bê kirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin