CINÊV - 'Em hewl didin êş û azarên gelê Kurd bigihînin cîhanê'

CINÊV - 'Em hewl didin êş û azarên gelê Kurd bigihînin cîhanê'

.

A+A-

 Li Cinêvê Foruma salane ya kemîneyan di baregehê Netewyên Yekgirtî de bêrêve dice. Di forumê de, hejmarek sazî û kesayetiyên mafnas ên Kurd beşdar in. Mafnasê Kurd Hisên Naso ku di forumê de beşdar e ragihand "Armanca me jê ew e, em wek Kurd, wek kesayetî, wek rêxistin em karibin êş û azara gelê xwe îro bigihînin nûnerên partî, dewlet û rêxistinên navnetewî û em hewl bidin siyaseta dewleta Tirk a faşîst tazî bikin li pêş hemû cîhanê."

Hevdem ligel forumê, panêlek derbarê rewşa mafên mirov li bakurê Sûriyê di bin gef û êrîşên Tirkiyê de hatiye sazkirin.

Li gorî agahiyên Rudawê, di vê forumê da beşdariya Kudan bi hêz e, tê de  kesayetî, rêkxistin û saziyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê beşdar in.

Mafnas Hisên Naso got "Îro beşdarbûna me wek rêxistin û kesayetiyên mafnas ên Kurd di komcivîna salane ya pêkhateyên kêmnetew li baregeha Netewên Yekbûyî ya li Cinevê ji bo salvegera sêyemîn li ser ragihandinê mafên kêmnetewan em beşdar bûne. Armanca me jê ew e, em wek Kurd, wek kesayetî, wek rêxistin em karibin êş û azara gelê xwe îro bigihînin nûnerên partî, dewlet û rêxistinên navnetewî û em hewl bidin siyaseta dewleta Tirk a faşîst tazî bikin li pêş hemû cîhanê."

Izedîn Salih, Rêveberê Çîbiçîkar ê saziya Hevdestî ku xelkê Serê Kaniyê ye û ji Rojavayê Kurdistanê çûye forumê, ji Rûdawê re beşdarbûna wan li forumê ji bo berevaniyê di ber pêkhateyan de ye.

Rêveberê Hevdestî Izedîn Salih dibêje "Ev kongre derfeteke ji kêmnetewan re li tevahiya cîhanê ku doza mafên xe bikin. Em jî îro li vê derêne ji bo ku am balê bikşînin ser pirsgirêkên Kurdan, Kurdên Êzdî herwiha kêmnetewên din ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û berevaniyê di ber mafên wan de bikin."

Hevdem ligel forumê, panêlek derbarê rewşa mafên mirov li bakurê Sûriyê li jêr gef û êrîşên Tirkiyê hatiye sazkirin.

Çalakvan Nîdal Çîçek ragihand "Ez dibînin ev firsetek e eger em bi xelkê bidin naskirin çi tê serê Kurdan. Ji ber piştgiriya leşkerî guhertina demografî çêdibe. Heta niha jî ji vî miletî re gef hene, eger careke din operasyoneke leşkerî li ser serê xelkê me yê Kurd çêbibe."

Beşdarên forumê yên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn, diyar kirin ku beşdarbûna kesayetî û saziyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di forumê de pir bihêz bûye.

Ji bilî kesayetî û rêxistinên Kurd li derve, çend sazî û rêxistin ji Rojavayê Kurdistanê jî di forumê de beşdar in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin