Çînê rojnameyên Washington Post û The Guardian asteng kirine

Çînê rojnameyên Washington Post û The Guardian asteng kirine

Di 30. salvegera Komkujîya Meydana Tiananmenê de, welatê Çînê weşana dîjîtal ya du rojnameyên li ser bûyerê nûçe çêkirîn qedexe kiriye.

A+A-

Di 30. salvegera Komkujîya Meydana Tiananmenê de, welatê Çînê weşana dîjîtal ya du rojnameyên li ser bûyerê nûçe çêkirîn qedexe kiriye.  

Malpera Çînê ya bi navê Greatfire.org daye zanîn ku dewleta Çînê Dîwarê Mezin ê Parastinê (Great Firewall) heye. Ew sîstemeka dîjîtal e û wê herdu malperên bi navê Washington Post û The Guardian asteng kirine.

Welatîyên Çînê heta vê Şemî û Yekşemê jî dikarîn bêyî ku VPNyê bikar bihîne wan malpera veke. Ew herdu malperên rojnameyan du ji kêm malperên bi zimanê ingilîzî bûye ku nehatiye qedexekirin.

CNNyê jî hefteya borî li ser komkujîyê nûçeyek çêkiriye û dewletê weşana wê asteng kiriye.

Komkujîya Meydana Tiananmenê, 4ê Hezîrana 1989ê hatibû kirin.

Dewletê malperên Bloomberg, New York Times, Reuters û Wall Street Journal jî qedexe kiribûn. Herweha malpa Wikipediayê jî bi salan e hatiye qedexekirin.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin