Çînê biryara cezakirina Pelosî û malbata wê da!

Çînê biryara cezakirina Pelosî û malbata wê da!

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Komara Gel a Çînê, bi hinceta ku serdana Taywanê kiriye û polîtîkiya yekparçebûna Çînê binpê kiriye, biryara sepandina dorpêçan li ser Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî û malbata wê da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Çînê de, hatiye gotin ku Nancy Pelosi bi awayekî metirsîdar destwerdan di karûbarên navxwe yên Çînê de kiriye û Pelosî aramiya Çînê û axa niştimanê welat xistiye metirsiyê, loma siza bi ser wê de têne sepandin.

Li gor biryara Wezareta Derve ya Çînê, Nancy Pelosî û hemû endamên malbata wê, rûbirûyî sizayên Çînê dibin.

Nancy Pelosî 3yê Tebaxê di çarçoveya serdana xwe ya welatên Asyayê de, çûbû Taywanê û ev jî rastî nerazîbûn û bertekên tund ên Çînê hatibû ku artêşên Çîn û Taywanê jî ketibûn rewşa amadebaşiyê. Pelosî piştî 25 salan yekemîn siyasetmedara asta bilind a Amerîkî ye ku serdana Taywanê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin