Çîn: Vîrusa Korona Heta Niha 1381 Kes Kuştine

Çîn: Vîrusa Korona Heta Niha 1381 Kes Kuştine

Mirinên jiber vîrusa korona, ku bi navlêkirina Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bû Covid-19, didomin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Saxlemîya Neteweyî Çînê ragihand ku di 24 saetên dawî de 121 kesan jiber Covid-19 jîyana xwe ji dest dane.

Covid-19 li seranserê Çînê, heta niha 1381 kes kuştine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî herî kêm 22 welatên din bûbû.

Jimareke kompanîyên firokan jiber Covid-19 firînên ber bi Çînê ve rawestandine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin