Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend

Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend

.

A+A-

Derket holê ku Kadîr Yildiz ê ku gava Midûrê Polîsan bû, qeyûmê Şaredariya Sêrtê ew kiribû cîgirê serok, keça xwe kiriye şêwirmend. 
 
Derket holê ku Kadîr Yildizê ku cîgirê qeyûmê Şaredariya Sêrtê Osman Bektaşoglû, keça xwe Îrem Yildizê li şaredariyê kiriye şêwirmend. 
 
Yildiz li Antalyayaê midûrê polîsan bûye û di 12'ê Tîrmeha 2018'an de tayinî Sêrtê bûye. Piştî ku Osman Bektaşoglû, li şûna Walî Alî Fûat Atîk bû qeyûmê şaredariyê, Yildiz jî kiribû cîgirê xwe. Yildiz jî çawa dest bi kar kiriye bêyî ku îlan bike 6 kes girtine kar. Yek ji van kesan jî keça wî Îrem Yildiz e. 
 
Kadîr Yildiz, keça xwe kiriye şêwirmendê cîgirê serok. Her wiha hat hînbûn ku her 5 kesên din jî kesên nêzî AKP'ê ne. 
 
Îrem Yildiz, ji Hezîrana 2020'an ve şêwirmendiya bavê xwe dike. 
 
TAYINKIRINA QEYÛM

 
Di 15'ê Gulana 2020'an de qeyûm tayinî şûna hevşaredarên HDP'î Berîvan Helen Işik û Peymandara Tûrhan hatibû kirin. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de ji sedî 48.36 deng wergirtibûn û şaredarî bi dest xistibû. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin