Ceyrana ji sergoyî tê çêkirin têra 3 hezar malan dike

Ceyrana ji sergoyî tê çêkirin têra 3 hezar malan dike

Erdal Yalçinê li Bidlîsê dijî, li tesîsa depoya bermamîyan ceyranê çêdike. Ew ceyran têra 3 hezar malan dike.

A+A-

Erdal Yalçinê li Bidlîsê dijî, li tesîsa depoya bermamîyan ceyranê çêdike. Ew ceyran têra 3 hezar malan dike.

Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Paqijkirinê yên Şaredariya Bidlîsê di rojê da 110 ton sergo kom dikin. Yalçin van ji hev derdixe ji tesîsê derbas dike û pê pere qezenc dike.

17 kes kar dikin

Yalçin li Rehwaya herêma Guroymaka navçeya Bidlîsê tesîsa jihevderxistin û depokirina sergoyê ava kir, her roj sergoyê ekîbên şaredariyê kom dikin ji hev derdixe û depo dike.

Yalçin paşê amûrên ji sergoyê veqetandiye dibe bîra kûrahiya wê 14 mêtre dide ser hev û ser çalê digre. Yalçin bi xaza ji sergo derdikeve va ceyranê çêdike û dide Xeta Neqla Ceyranê ya Guroymakê.

Yalçin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 17 kesan îsdixdam dikin û bi pergal sergoyan ji hev derdixin û depo dikin û jê ceyranê çêdikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin