Seîd Veroj

Seîd Veroj

Hemû nivîsên nivîskar >

Cemîyeta Hêvî: Yekemîn Rêxistina Xwendekarên Kurd Berîya 108 Salan Hatîye Damezrandin

A+A-

1-110.jpg

Bi navê xwe yê kurt Cemîyeta Hêvî yan zî Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1328an (9ê Tebaxa 1912an) de li Îstenbolê hatîye damezrandin û Umer Cemîl Paşa muweqeten ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hatîye wezîfedarkirin. Li gorî agadarîya Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî); wî û hevalên xwe bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî dest bi xebata damezrandina Komela Hêvî (Komela Xwendekarên Kurd) kirine.”[1] Komela Hêvî, “di 27ê Temûza 1328ê rumî (9/8/1912ê mîladî) da li Îstenbolê hatîye damezrandin.”[2] Kurdîzade Kemal jî, di jimara şeşemîn a kovara Jînê de li ser damezrandina Cemîyeta Hêvî weha dibêje: “Di rojekê Temûza sala 1912an de çendek merivên bijarteyên dûrbîn, parastvanê kultur û zanistê, ji bo pêşxistin û bilindkirina kurdîtîyê bi navê “Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî” komeleke edebî damezrandine.”[3]

Ji bo Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd, bi kurtayî navên “Hêvî”[4], “Hêvî Cemiyeti”[5], “Cemîyeta Hêvî” û “Komela Hêvî” têne bikaranîn; lêbelê di çavkanîyên kurdî û tirkî yên cur bi cur de, navên cihê cihê hatine bikaranîn: “Kürd Hêvî Talebe Cemiyeti”[6], “Hêvî Kürd Talebe Cemiyeti”[7], “Kürd Heyvi Talebe Cemiyeti”[8], “Hêvi Cemiyeti”[9], “Kürd Talebe Hêvi Cemiyeti”[10], “Komela Xendekarên Kurd Hêvî”[11], “Kurd Talebe Hêvî Cemiyetî”[12], “Civata Hêvî ya Feqehê Kurdan”[13], “Cemîyetî Talabeyî Hêwîyî Kurd”[14]

Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî) yê ku bi xwe jî damezrênerê komelê bû, di derheqê damezrandina Cemîyeta Hêvî de dibêje: “Min û hevalên xwe, bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî[15] dest bi xebata damezrandina Cemîyeta Hêvî kir.”[16] Xezal jî di nivîsa xwe de, pêvajoya damezrandina Cemîyeta Hêvîyê weha dihêne ziman:”Hîn salek nebû em hatin cem hev, me şêwr û mişêwirê xu kir, me bi hev ra qise kir, me xist serê hev ku ji me ra civatek lazim e. Me dest da hev; me pirs da hev hemû bi hev ra em xebitîn; me serê xu li kevira, zinara li serê xu xist, me civatek vekir.”[17] Piştî xebat û danûsendinên sê-çar mehan, serdana fermî ji bo damezrandina cemîyetê tête kirin. Damezrênerên Komela Hêvî: Umer Cemîl Paşa, Fuat Temo (kurê Tewfîq Beg ê parlamenê Wanê) Qedrî Cemîl Paşa û Cerahîzâde Zekî yê Dîyarbekirî ye. Herweha Dr. Şukrî Sekban ê Paxirmadenî jî bi alîkarîya maddî, halan û rênîşandana fikrî piştgirîya wan kirîye. Di yekemîn komcivîna damezrêneran de jî, Umer Cemîl Paşa ji bo sekreterîya giştî ya cemîyetê hatîye hilbijartin. Piştî lidarxistina kongireya yekemîn Memdûh Selîm Beg, ji bo sekreterîya giştî ya komelê hatîye hilbijartin.[18]

Di destpêkê de ciyê cemîyetê; li Xana Erzeromê ya li hemberê postexaneya mezin a Sîrkecîyê bûye ku ew xan bi vî navî îro jî aktîf e. Paşê cî diguherînin û ji bo navenda cemîyetê ev adres tête dîyarkirin: “Bab-ı Âlî caddesinde, Meserret Oteli karşısında Kürd Talebe Hêvi Cemiyeti (Ciyê Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî; di caddeya Babî Âlî de li hemberê Otêla Meserret e.)”[19] Ji wê şûn ve jî, em ji daxuyanîya di jimara sisêyan de dibînin ku carekê din cî guhartîye û vê carê navnîşan weha dîyar kirine: “Kürd Talebe Hêvi Cemiyeti; Meserret Oteli karşısındaki daireden, Bab-ı Âlî caddesinde Resimli Kitap idarehanesi karşısındaki daire-yi mahsusaya nakledilmiştir. (Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd; ji daîreya li hemberê Otêla Meserretê derketîye û di caddeya Babê Alî de li hemberê îdarexaneya Resîmlî Kitabê di daîreyekê xusûsî de bi cî bûye.)”[20]

Armanca Cemîyeta Hêvî

Necmedînê Kerkûkî di nivîsa xwe ya hejmara yekem a Rojî Kurd de girîngî û pêdivîya rêxistinabûna kurdan weha dihêne ziman: “Çêbûna rêxistina miletekî, nîşana yekane ya gihîştina refah û bextewarîya wê civakê ye. Bê rêxistinbûnê pêşkevtina miletekî nehatîye dîtin û ne mimkûn e bê dîtin jî, lewra fikr/hizr, bi takekesbûnîyê pêş nakeve, bi yekgirtina bîr û rayan pêş dikeve.”[21] Dema em bala xwe bidin neşriyatên Cemîyeta Hêvîyê jî, wisa dîyar dibe ku ji fikrên cihê cihê re bûye zemînek hevpar.

Çawa ku li rêzikên jorê jî hate gotin, ji damezrandinê heta kongreya yekemîn, Umer Cemîl Paşa muwaqeten ji bo sekreterîya Cemîyeta Hêvî hatîye wezîfedarkirin. ji kongireyê şûn ve Memduh Selîmê Wanî ji bo sekreterîya cemîyetê hatîye hilbijartin.

Memduh Selîm Beg, di meqeleyek xwe ya di kovara Hediyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan) de, li ser nîzamname/bername û mahîyeta armanca Cemîyeta Hêvî weha dibêje: “Di benda duyemîn û sêyemîn a bernameya cemîyetê de, armanca wê bi awayekî şefaf/zelal hatîye dîyarkirin.

“Di benda duyemîn de: Sebeb û armanca damezrandina cemîyetê weha hatîye nivîsandin:

Ji bo ku di navbera wan de yekîtî û birayetîya saxlemtir bibe, bi hev nasandina xwendekarên kurd.

2. Ji bo îslehkirina ziman û edebîyata kurdî, nivîsandin û çapkirina pirtûkan. Di kongreya sala 1921an de, “Nivîsandina tarîx û cografiya kurdan” jî li ser vê bendê hatine zêdekirin.

3. Piştgirîkirina telabeyên (xwendekarên) kurd ên ku ji bo xwendinê têne Îstenbolê.

4. Ji bo temamkirina tehsîlê, piştgirîkirina xwendekarên feqîr li Îstenbolê.

5. Di kongireya sala 1921an de, alîkarîkirin û şandina xwendekarên kurd ji bo welatê Awrupayê jî li ser vê bende hatîye zêdekirin.

6. Xulesa, hewldana ji bo pêşxistina zanist û perwerdeyîya civakî li Kurdistanê.

Di benda sêyemîn de: Ji bo pêkanîna armancên dîyarkirî yên di benda duyemîn de, gihîştina amrazên (wesîteyên) li jêrê hatine destnîşankirin:

Di wîlayetên cur bi cur de vekirina şubeyên ku xizmeta vê armancê bikin. Di kongra 1921an de li şûna “wîlayetan”, peyva “her cîyê ku xwendekarên kurd lê hebin” hatîye nivîsandin.

2. Belavkirina kovarên bi zimanê kurdî û tirkî.

3. Amadekirina pirtûkên faydedar û taybet ên di dereceya cur bi cur de, ji bo dibistanên seretayî û dibistanên bexçeya zarokan.

4. Sazkirina konferans, musamere û dersan ji bo pêşxistina xwendekaran.

5. Li gorî terza nû, li cîyên cihê cihê vekirina dibistanan.

Ev bendên nîzamnameyê, şi’ûr û tedbîrên Cemîyeta Hêvî dihênin ziman.”[22]

Di kovara Hetawî Kurd de, bi sernivîsa “Beyana Civata Hêvî ya Feqehê Kurdan”, beyannameyek hatîye belavkirin û di vê beyanatê de jî armanca cemîyetê hatîye aşkerekirin. “Ew tiştê kû em lê dixebitin û di nîzamnama “Civata Hêvî” da hatîye nivîsandin ew in:

Feqehê kurdan bi hev bidin naskirin û di mabeyna wan da biratîya misilmanî bidin danîn.

2. Yekkirina zimanê kurda, civandina kitêbên kurdî, çêkirin û çapkirina tarîx û rêzimana kurdî, çêkirina kitêban ji bo zarokên kurdan.

3. Li Kurdistanê vekirina medreseyan.

4. Hînkirina xwendin û senaetê ji bo zaroyê feqîrên kurda, alîkarîkirina ji bo muhtacên kurda.

5. Di Kurdistanê da û xesetten li gundan, rêberî kirina ji bo çêkirina mizgeft û mekteban.

6. Ji bo pêşçûn û bilindbûna kurdan, çêkirina tiştên elzem ên ku ji dest tê.

7. Xebat ji we, muyesser kirin [asankarî] ji Xweda.”[23]

Di beyannameya Civata Hêvî de, bi tevî parastina nirxên kulturî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, wekî din jî gelek xalên girîng hene û dema ku em baş bala xwe bidin ziman û naveroka beyannameyê, weha dîyar dibe ku hîn jî fehm û têgihîştina Cemîyeta Hêvî, bi awayekî xurt di bin bandora “Osmanîparêzî”, “Umetparêzî” û “Misilmantî”yê de ye.

“Kurdîyetî” bi ketineke wûsan ketîye kû rabûna wî muhtacê xeyreta kurda ye, kurd jî bi îmanek kamil dê lê bixebitî. Xebata wî jî ewel bi ewel ji bo musilmanî û paşê ji bo “kurdîtî” be. Felata me bi yekbûna me û bi musilmanî dibe. Çira kû di misilmanî da hemû misilman bira ne.

Gelî biran her çiqa tal e, lêbelê rast e em gelek nezan mane, di nav xelqê da bêrûmet in, di nav kurdan da kîjan bê xeyret û namûs heye kû ji bo misilmanî û Osmanîyetî xûna xwe nerijî, ruhê xwe yê şîrîn nede. Ew şerefê bab û kalê me ye, muhafiz û li ser me ferz e.

Felaketa Rumêlî nîvekê welatê misilman kire kafiristan. Ger em şîyar nebin û dest nedine hev û quweta musilmanîyê zêde nekin Xudê neke “destê xwe ji Kurdistan û kurdîtîyê” dê bişoyin, welatê me dibî kafiristan û erz û namûsê me dimînî li bin pîyan.

Em îro qene bizanin kû di dewrê ha da bi tifing û şûr û xencer milletek najî, bi rewanê îlm û sen’et lazime.

Îro her milletek di îlmê da, di sen’et da, di dan û stan da, di cotyarîyê da bilind bûye û pêşve çûye. Roj bi roj wekî brûskê diçî, em ji bo gîhana wan lazim e kû wekû berq û brûsk bixebitin, bi şev û roj nesekinin.

Ji bo pêşçûna dîn û dewletê û ji bo felat û rehetîya kurdîtî, ferz û eyane kû biçûk û mezin, pîr û ciwan, jin û mêr, dewlemend û feqîr, şêx û mela, gawan û şivan bixebite û îlm û marîfet bielimî û bielimînî.

Bi vê awa ji bo hînbûna îlm û sen’etê em “xortê kurdan” hêdî hêdî li wir berhev bûn. Li millet dinêrin kû dixebitin û roj bi roj pêş ve diçin, xeyret û camêrîya kurdîtî û xuna misilmantî jî di me da lebitî û kete aqilê me kû bê îlm û sen’et naçî serî.

Ji alîyek ve dest bi xwendin û nivîsandinê kir, ji alîyê din, we dî kû xelkê civatek ji bo kurdan çêkir û ji hikumet îzin girtin. Di nav vî welatî de “Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî” yanî “Civata Hêvî ya Feqehê Kurdan” danî û du sale dixebitin, çiqa zahmet kişandin û dikişînin.

Paşê wî ziman e: Zimanê her milletek heye, bi wî zimanî xeber didin û mijûl dibe, bi wî dinivsîne û dixwîne, kitabên xwe bi wî çap dike û li her alî dişînî û her kes bi rehetî dixwînî, ji qencî û xerabîya alemê xeberdar dibî.

….

Îro mutlaq ji bo kurdan zimanê wan lazim e; bi zimanê xwe xwendin û nivîsandin û bi wî zimanî kitab çapkirin û li her alî Kurdistanê şiyandin û belakirin, mexseda Civata Hêvî ye.

Ew şerpezetî û neçarî ya kû em di nav kurdan da dibînin sebebê wê hemî nezanî û nexwendinî ye. Civata me mexseda wê ev e kû nûha ji zarokên piçûkê kurdan ra mekteb bide çêkirin û wan bide xwendin û misilmanîya wan pê bide zanîn kû ji bo dewlet û millet faîde bide.

“Civata Hêvî” di xulamîya misilmanî û kurdîtî da sekinîye, yeka dî jî; ewê kû mêr û musilman e û ji dewlet û milletê xwe hez dike, bila carek mêze bike kû xizmeta millet bi çi awayî tête wucûd, ew jî wusan bike.”[24]

Eger ku babet Cemîyeta Hêvî bibe, divê taybetîyeke pirr girîng a vê cemîyetê jî neye jibîrkirin. Cemîyeta Hêvî, yekemîn rêxistina kurdan e ku şubeyê wê li welatên Awrûpayê jî hatine damezrandin. “Di sala 1913an de gruba ciwanên kurd ên ku pêk hatibûn ji Ekrem, Şemsedîn û Qedrî Cemîlpaşazade, Babanzade Recaî Nûzhet û Selîm Sabit ê Dêrsimî ji bo xwenidina bilind çûne Swîsreyê. Vê gruba xwendekarên kurd, li bajarê Lozan a Swîsreyê şubeyekê Cemîyeta Hêvî damezrandine. Armanca me ew bû ku em bi hevkarîya xwendekarên kurdên li Awrupayê, fikrên neteweyî belav bikin û mileta xwe bi Awrupîyan bidin naskirin.”[25] Di jimara 4-5 ên Hetawî Kurd de, di bin sernivîsa “Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti Lozan Şubesi”[26]  de, ji bo xwendekarên kurdan, derheqê xwendina li dewletên ecnebîyan agadarî dide.

Di dema karkirin û xebata Cemîyeta Hêvî de, bêguman zixtên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, kêm nebûne. Gelek caran bi behaneyên hîç û pûç, rêvebir û endamên cemîyetê hatine girtin, gef li wan xwarine û êşkence li wan kirine. Di derbareyê vê yekê de, katibê umûmî yê Hêvîyê Memduh Selîm dibêje: “Hemû ciwanên di nav Cemîyeta Hêvî de, ji ber lihevanîna sebebekî, dane mehkemeyê. … mesûlê cemîyetê dane mehkema Dîwana Herb, bi mehan di hepisxaneyê de perîşan kirine.”[27] Li ser vê babetê, Qedrî Cemîl Paşa jî dibêje: “Hikûmetê, bi îdeaya ku Hêvî li gorî qanûnê nehatîye teşkîlkirin, gelek caran azayên heyeta îdarî sewqê mehkemê kirine. Dema ku mehkemekirina wan dewam dikir, seferbêrlix hate îlankirin. Ji ber ku azayên heyeta îdarî jî tabihê xizmeta maxsure bûn, ew hemû sewqê eskerîyê kirin û bi vî awayê mehkemekirina wan jixweber berteraf bû.[28]

Damezrandina Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd û çalakîyên wê, di pêşketina tevgera kulturî û sîyasî ya kurd de gav û qonaxeke pirr girîng e. “Armanca Hêvî ew bû ku di nav miletê kurd de hîs û fikrên kurdîtîyê hişyar bike û xebatên li ser kultura kurdan pêş bixe.”[29] Em dikarin bibêjin ku Cemîyeta Hêvî, mohra xwe li gelek çalakîyên kulturî û sîyasî yên dema xwe û li pey xwe xistîye; di damezrandina gelek rêxistin, çapkirin û belavkirina gelek weşanan de endam û kadroyên Cemîyeta Hêvî bûne pêşeng.

Damezrêner û endamên Cemîyeta Hêvî

Piştî ku Cemîyeta Hêvî tête damezrandin, di demeke kurt de gelek endamên wê çêdibin. Di nav van endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî, Memduh Selîm Begî, Ekrem Cemîl Paşa, Şemsedîn Cemîl Paşa, Zîya Wehbî, Nejmedîn Huseynî, Ezîz Babanzade, Babanzade Recaî Nuzhet, Selîm Sabitê Dêrsimî, Hemzeyê Mûksî, Mihemed Şefîq Arwasî, Mehmed Mîhrî[30] yê Sineyî, Tayib Elî, Ebdilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Diyarbekirî, Dr. Mustafa Şewqî yê Mehabadî, Dr. Fuad, Ebdirehîm Rehmîyê Hekarî.”[31]

Malmîsanij, li ser jimara endamên Cemîyetê dibêje: “Ji sih û yek endamên ku hatine tesbîtkirin, diwanzdeh kesên wan Dîyarbekirî ne û ji nav wan diwanzdeh kesan, şeşê wan ji malbata Cemîlpaşazade ne: “1- Qedrî Cemîlpaşa (Zinar Silopi), 2- Umer Cemîlpaşa, 3- Cerahîzade Zekîyê Dîyarbekirî, 4- Ekrem Cemîlpaşa, 5-Şemsedîn Cemîlpaşa, 6- Salihê Dîyarbekirî, 7- Ebdulqadirê Dîyarbekirî, 8- Mistefa Reşadê Dîyarbekirî, 9- Dr. Fuad, 10- Faîz Begê Dîyarbekirî, 11- Cevdet Cemîlpaşa, 12- Îbrahîm Cemîlpaşa.”[32]

Xebat û çalakîyên Cemîyeta Hêvî

Xebat û çalakîyên herî girîng ên Cemîyeta Hêvî; weşan û çapkirina kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd in. Di hinek çavkanîyan de kovara “Yekbûn”ê jî wek weşanekê cemîyetê tête qebûlkirin û behsa çapbûna sê jimarên wê dibe. Lê mixabin heta nûha rûpelek jî wek nimûne, ji wê kovarê nehatîye dîtin. Bêguman berhemên Hêvî tenê ne ev in, ji dîroka damezrandina Hêvî şûn ve, gelek rêxistinên kurd ên ku paşê hatine damezirandin, di nav hemûyan de berhem, ked û şopa Cemîyeta Hêvî û hêvîparêzan  heye.

5. Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê ji nû ve zindîkirina Cemîyeta Hêvî

Bi tevî destpêkirina Şerê Giştî yê Yekemîn û bidawîhatina wî, nêzîkê pênc salan li ser girtin û rawestandina xebatên Cemîyeta Hêvî derbas bûn. Dema ku cara duyemîn Cemîyeta Hêvî dest bi xebatê kir, di vê dewreya nû de, ji alîyê rêvebirîya cemîyetê ve Ekrem Cemîl Paşayê Dîyarbekirî, wek “serokê fexrî yê cemîyetê hatîya pejirandin.”[33] Bi minasebeta ji nû ve sazkirina Cemîyeta Hêvî, di jimara 21ê ya kovara Jînê de belavokek hatîye belavkirin û têde weha dibêje: “Ji vir tam heft sal berê, ew ciwanên Kurd ên ku li Stenbolê li xwendegehên cure-cure dixwendin, dema ku di bexçeyên xwendegehên xwe da xwe bi xwe li ser wê bêparî û nezanîya ku pêşkarê neteweyê wan hatîye kirin peyivîbûn, û dema ku derdê bêparîyê yê ku vê çîroka azarde di dilê wan da pingirandibû emanetê hev kiribûn, bi dafdana îhtiyaca yekbûnê û xebata tevayî, Komela Xwendekarên Kurd Hêvî damezrandibûn.”[34] Katibê umûmî yê berîya Şerê Giştî Memduh Selîm Beg, ji bo nû ve sazkirina Cemîyeta Hêvî weha dibêje: “Ew kesên ku îro alaya Hêvîyê bilind kirine, em dikarin bibêjin ku ji kekên wan ên dewra berîya niha kesek nemane. Weha dîyar dibe, ew ruhê daîmî û pêbawer ê ku “Hêvî” berîya Şerê Giştî peyda kiribû, qethen ji holê ranebûye, berûvajê wî bi hêz bûye û belav bûye. … Her cara ku ez dibînim, ew her gav û her roja ku bi hezkirin û agirê fedekarîyê bi hev re û bi karê xwe re girêdayî ne, di bîr û fikrên min de paşeroja saxlem û ronahî ya Kurdistanê bilind dibe.”[35] Xelîl Xeyalî jî, bi minasebeta vê dewreya nû weha dibêje: “Hêvî”ya me nemir, ew meşaleya netewî ya ku me bi gelek derd û tengasîyan vêxistibû, cardin di destê ciwanên jîr û jêhatî de wê rêya me ya dahatûyê ronahî bike.”[36]

 

 

[1] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları),  Özge Yayınları, İkinci basım, Ankara, 1991,r. 34

[2] Malmîsanij, Kürd Talebe-Hêvî Cemîyetî İlk Legal Kürt Öğrenci Derneği, Avesta Yay., İstanbul, 2002, r. 50

[3] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: II, Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1985, Sweden, r. 358

[4] Kurd Wanî (Memduh Selîm Begî), Hediyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan), Jimar: 7, Pencşeme/18ê Hezîrana 1925an

[5] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları),  Özge Yayınları, İkinci basım, Ankara, 1991, r. 40

[6] Kurdistan, Jimar: 8, 29 Mayıs 1335, Bak. Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: V, Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1985, Sweden, r. 922

[7] Ekrem Cemil Paşa, Muhtasar Hayatım, Bürüksel Kürt Enstitüsü, İkinci Baskı, Şubat-1991, r. 18

[8] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cilt 2, Mütareke Dönemi, İletişim Yayınları, İstanbul, 2010, r. 430

[9] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları),  Özge Yayınları, İkinci basım, Ankara, 1991, r. 40

[10] Hetawî Kurd, Jimar: 4-5, 23 Mayıs 1914, r. 1-2. Bn. Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: V, Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1985, Sweden, r. 921

[11] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: I, Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1985, Sweden, r. 25

[12] Kurd Wanî (Memduh Selîm Begî), Hediyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan), Jimar: 7, Pencşeme/18ê Hezîran 1925an

[13] Hetawî Kurd, Jimar: 4-5, 23 Mayıs 1914

[14] Hetawî Kurd, Jimar: 4-5, 23 Mayıs 1914, r. 15

[15] Xelîl Xeyalî, di salên 1911 de midur muhasibê Mekteba Zîraeta Bilind a Helqelî bû. Wê demê, gelek tesîra wî li ser xwendevanên kurd ên di vê mektebê de hebû. Ew dixebitî ku di nav xwendekarên kurd de hişyarîya neteweyî peyda bike.

[16] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007, r. 29

[17] Xezal, Dema Kalê me, Çaxa me, Dema tê, Rojî Kurd, J.: 1, İstenbol, 14 Receb 1331/ 6 Heziran 1329, r. 28

[18] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları),  Özge Yayınları, İkinci basım, Ankara, 1991, r. 34

[19] Rojî Kurd, J: 2, 6 Temmuz Sene 1329 (Rumî)/ 19ê Temûza 1913

[20] Rojî Kurd, J: 3, 1 Ağustos Sene 1329 (Rumî)/ 14ê Tebaxa 1913

[21] Kerküklü Necmeddin, Kürd Talebe Cemiyeti Ve Kürdlerin Makam-ı Hilafete Hizmetleri, Rojî Kurd, J.: 1, Îstenbol, 14 Receb 1331/ 6 Haziran 1329, r. 5

[22] Kurd Wanî [Memduh Selîm Begî], Tarih Huzurunda Bir Tashih, Dîyarîyî Kurdistan (Hediyetu Kurdistan), Pencşeme/18 Hezîran 1925, sayı: 7. Bn. http://kovarabir.com/kurd-wani-tarih-huzurunda-bir-tashih-duzeltme/

[23] Beyana Civata Hêvî ya Feqehê Kurdan, Hetawî Kurd, J: 4-5, 10 Mayıs 1330 (23yê Gulana 1914), r. 13

[24] Beyana “Civata Hêvî” ya Feqehê Kurdan, Hetawî Kurd, J: 4-5, 10 Mayıs 1330 (23yê Gulana 1914), r. 11, 12, 13, 14

[25] Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi], Doza Kurdistan,  Özge Yayınları,  Ankara,1991, r. 35

[26] Hetawî Kurd, J: 4-5, 10 Mayıs 1330, r. 5, 6, 7

[27] Kurd Wanî [Memduh Selîm Begî], Tarih Huzurunda Bir Tashih, Hediyetu Kurdistan (Dîyarîyî Kurdistan), Pencşeme/18 Hezîran 1925, sayı: 7. Bn. http://kovarabir.com/kurd-wani-tarih-huzurunda-bir-tashih-duzeltme/

[28] Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi], Doza Kurdistan,  Özge Yayınları,  Ankara,1991, r. 43

[29] Kadri Cemil Paşa [Zinar Silopi], Doza Kurdistan,  Özge Yayınları,  Ankara,1991, r. 40

[30] İsmail Göldaş dibêje: Mehmed Mîhrî endamekî tewr aktîf ê Komeleya Hêvî bû ku ew komele di sala 1912 de hatibû damezrandin. Bn. İsmail Göldaş, Kürdistan Tealî Cemiyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], Weşanên Doz, 1991, Îstenbol, r. 53

[31] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürt Milletinin 60 Yıllık Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıraları),  Özge Yayınları, İkinci basım, Ankara, 1991, r. 35

[32] Malmîsanij, Yirminci Yüzyılın Başında Diyarbekir’de Kürt Ulusçuluğu (1900-1920), Weşanxaneyê Vateyî, İstanbul, 2010, r. 40

[33] Ekrem Cemil Paşa, Ekrem Cemil Paşa, Muhtasar Hayatım, Beybûn Yayınları, Ankara 1989, r. 48

[34] Belavoka Komela Xwendekarên Kurd Hêvî, Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: V, Wergêr: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1988, Sweden, r. 924

[35] Memduh Selîmbegî, İki Hayırlı Eser: Kürd Kadınları Teâlî Cemiyeti ve Kürd Talebe Hêvî Cemiyeti, Jîn, Cild: IV, jimar: 20, Wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Swed, 1987, r. 877

[36] Jîn, no: 14, cild: III, Wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998

 

Bu yazı toplam 360 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar