Celîl Gadanî bi sedema koronayê jîyana xwe ji dest da

Celîl Gadanî bi sedema koronayê jîyana xwe ji dest da

Sîyasetvanê navdarê Hizba Demokrat û Rojhilatê Kurdistanê, Celîl Gadanî îro 6ê Tebaxê bi sedema koronayê jîyana xwe ji dest da. Sekretarîya Hizba Demokrata Kurdistanê ragihandîye, Celîl Gadanî heftîyek bû ku bi vîrusa Koronayê ketibû.

A+A-

Sekretarîya Hizba Demokrata Kurdistanê îro di daxuyanîyekê de ku li ser malpera fermî ya wê partîyê hatîye weşandin, dibêje: "Celîl Gadanî, ku nêzîkî heftîyekê bû li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê di jêr çavdêrîya hûr a pizîşkî de bû, îro Pêncşemê koça dawî kir."

 

Celîl Gadanî kî ye?

 

Celîl Gadanî sala 1934 li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûbû û sala 1948 bûbû endamê Hizba Demokrata Kurdistanê û paşê di serdema Mihemedriza Şah ê Pehlewî de ji ber çalakîyên xwe yên sîyasî hatibû girtin û bo dema 13 salan hatibû zindanîkirin.

Gadanî di girtîgehê de zimanê Ferensî xwandibû û di zimanê Ferensî de bawernameya lîseyê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû.

Piştî rûxana hikûmeta paşatîyê li Îranê, Hiza Demokrata Kurdistanê çalakîyên xwe bi awayekê aşkere destpê dike û wê demê Celîl Gadanî wek endamê rêberî yê partîyê tê hilbijartin û dibe endamê polîtboruya Hizba Demokrat

Sala 1988 Celîl Gadanî û hejmarek endamên Hizba Demokrat ji partîyê cuda bûn û navê Hizba Demokrata Kurdistana Îran-Rêberîya Şoreşgêr li xwe kirin û Gadanî bi xwe bû Sekreterê Giştî yê wê baskê Hizba Demokrat.

Celîl Gadanî heta sala 1996 ku ew baskê cudabûyî careke din bi Hizba Demokrat re dibe yek, wek Sekreterê Giştî yê Rêbertîya Şoreşgêr dimîne. Paşê di kongreya 10an a Hizba Demokrat de, yekemîn kongreya piştî yekgirtina herdu alîyên Demokrat, Gadanî dîsan weke endamê rêberî û endamê Polîtboruya Hizba Demokrat tê hilbijartin.

Sala 2006 ku careke din Hizba Demokrat perçe bû û bû du beş, Celîl Gadanî dîsan yek ji wan kesan dibe ku cuda dibe.

Di kongreya 14 a Hizba Demokrata Kurdistanê de ku piştî perçebûna Demokratê hat lidarxistin, Gadanî wek Berpirsê Komîsyona Çavdêrî ya HDKê hat destnîşan kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin