Çekdarên serbi Tirkîyê li Efrînê xanîyê xelkê difroşin

Çekdarên serbi Tirkîyê li Efrînê xanîyê xelkê difroşin

.

A+A-

 Grûpên çekdar li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê mal û xaniyên welatiyên Kurd ên koçberbûyî difiroşin.

Li gorî zanyariyên ku ji bajarê Efrînê hatine bidestxistin, grûpên çekdar ên opozisyona Sûrî yên ser bi Tirkiyê, mal û xaniyên welatiyan difiroşin.

Grûpa bi navê Elcebhe Elşamiye dest danîne ser mala welatiyekî li Taxa Eşrefiyê li nav bajarê Efrînê, piştî ku xwediyê wê malê ji ber gefên wan reviyabû. Herwih çekdarên wê grûpê, li gundê Bûzîkê dest danîne ser mala welatiyekî ku di bin îşkenceya çekdaran de  li Zindana Elraîî, canê xwe jidest dabû.

Heman grûpa bi navê Elcebhe Elşamiye 23yê Mijdara 2021ê, du xaniyên welatiyên Kurd li Taxa Eşrefiyê firotibûn koçberên hawirdekirî yên Xûteyê Şamê, Mehmûdiyê jî.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin