Çekdarên girêdayî Tirkiyê balafireke bê pîlot a rûsî xist xwar

Çekdarên girêdayî Tirkiyê balafireke bê pîlot a rûsî xist xwar

.

A+A-

Hat ragihandin ku li bajarê Marê yê gundewarê bakurê parêzgeha Helebê ya Sûriyê, balafireke bêmirov ya Rûsyayê hate xistin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, piştî êrîşên asmanî yên balafirên Rûsyayê li dijî binkeyên çekdaran ku çend roj in berdewam dikin, li gundewarê bakurê Helebê bajarê Marê îro 13ê Cotmehê balafireke bêpîlot a rûsî ji aliyê komên çekdar ve hatiye xistin.

Bajarê Marê yê girêdayî parêzgeha Helebê di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin