Ceh û genimê Til Temirê ji alîyê çekdaran ve tên şewitandin

Ceh û genimê Til Temirê ji alîyê çekdaran ve tên şewitandin

Grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkîyê ve şeva bûrî agir bi zevîyên gundê Qasimîyê yê girêdayî Til Temirê xistin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Medyaya ser bi Rêveberîya Xweser ve belav kir, grûpên çekdarên ên ser bi artêşa Tirkîyê ve ji şeva bûrî ve agir bi zevîyên gundê Qasimîyê yê girêdayî Til Temirê xistin. Heta vê kêlîyê jî şewat berdewam e.

Demek e, grûpên çekdar bi mebest agir bi dexl û danê cotkarên gundewarê Serê Kanîyê û Til Temirê dixînin. Welatîyê hewl didin agir vemirînin jî, ji alîyê çekdaran ve tên armanckirin.

Artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûrîyê yên di bin fermana artêşa Tirkîyê de kar dikin, ji meha Cotmeha sala bûrî ve Serê Kanîyê û dagîr kirine, grûpên çekdaran jî car caran êrîşî gundên Til Temirê dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin