Cegerxwîn di berhemên xwe de nijadperestîyê şermezar dike

Cegerxwîn di berhemên xwe de nijadperestîyê şermezar dike

Lê helbestvanê Kurd Cegerxwîn berî nêzîkê 65 salan, li ber vê mijarê sekinîbû û bi rêya helbestên xwe metirsîya vê mijarê û encamên wê li ser siberoja mirovatîyê anîbû ziman.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kuştina bêrehm a mirovê çermreş George Floyd di bin kaboka polîsekî çermspî de, ro bi nîvro û li pêş çavê hemû cîhanê, dîsa mijara cudakarîya regezî û stemkarîya li ser rengê mirovan li hemû dinyayê kir rojev.

Lê helbestvanê Kurd Cegerxwîn berî nêzîkê 65 salan, li ber vê mijarê sekinîbû û bi rêya helbestên xwe metirsîya vê mijarê û encamên wê li ser siberoja mirovatîyê anîbû ziman.

Seydayê Cegerxwîn helbestvanekî pêşketinxwaz û alîgirê wekhevîya hemî mirovan bû. Di heman demê de li dijî cudakarîya regezî û rengî bû.

Di dîwana xwe ya duyemîn “Sewra Azadî” de ku çapa wê ya pêşî sala 1954an li Şama paytexta Sûrîyê hate çap û belavkirin, Cegerxwîn helbesta xwe ya navdar (Heval Pol Robson) nivîsî.

Cegerxwîn di vê helbesta xwe de bi tundî cudakarîya regezî û ya li ser bingeha rengê laş û çermê mirovan şermezar dike û doza dadmendî û wekhevîyê dike.

Seyda di hin beşên vê helbesta xwe de wiha dibêje:

Çi reşik çi spî belengaz bûn heval

Dikujin koledar xwedî gund xwedî mal

Qesra me bilind bexçe xweş û rind

Em tev de dilxweş li nav dimeşin

Tilûr diqişin cobar dixuşin

Çuqlî dihejin pelik diweşin

Çîya pir bilind dirêj gilover

Tîrêjê rojê xwe berdane ser

Dinya maye mişt ji jîn ji evîn

Çi reş çi spî tev bibin kirîv...

Firek bidin xwe em herin Merîx

Ev cîhana xweş

Besî teva ye çi spî çi reş

Tev bi hev re rind...

Nemînin sêwî birçî û tazî

Ne kuştin ne şer ne qîr ne gazî

Rûdaw- Besam Mistefa

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin