Çavuşoglu: Trump soz daye kûrahiya 'navçeya aram' 20 mîl be

Çavuşoglu: Trump soz daye kûrahiya 'navçeya aram' 20 mîl be

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ragihand, bêyî derketina YPGê, Rojhilatê Firatê aram nabe. Çavuşoglu herwiha got, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz daye, ku kûrahiya navçeya aram 20 mîl be.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu ragihand, bêyî derketina YPGê, Rojhilatê Firatê aram nabe. Çavuşoglu herwiha got, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz daye, ku kûrahiya navçeya aram 20 mîl be.

 

Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê piştî civîna bi Wezîra Karûbarên Derve û Hevkariya Navdewletî ya Siyerra Leonê, Nabeela Tunis re, di konferanseke rojnamevanî de, têkildarî navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê û lihevkirina Enqere û Waşingtonê ya di vê derbarê de axivî.

 

Çavuşoglu amaje bi lihevkirina navbera Tirkiyê û Amerîkayê ya bo avakirina navçeya aram kir û got, hêj gelek mijrên têkildarî navçeya aram hene ku divê herdu alî li ser hûrgiliyên wan mijaran gotûbêjan bikin.

 

Çavuşoglu herwiha rêkeftina Enqere û Waşingtonê ya derbarê Nexşerêya Minbicê de jî bibîr xist û diyar kir, Tirkiye vê carê qebûl nake ku Amerîka siyaseta mijûlkirinê û derbaskirina demê bikar bîne.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser derxistina hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Rojhilatê Firatê kir û got, bêyî derxistina YPGê, ew dever aram nabin.


 

Çavuşoglu herwiha rexne li şandina çek û alîkariyên leşkerî bo YPGê girt û got, di demekê de ku rayedarên herdu welatan li Enqerê di civînê de bûn, Amerîka hêj jî li ser şandina çekan bo YPGê berdewam bû û bi sedan kamyon çek jê re şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin