Çavuşoglu: Em bi YE re di atmosfereke erênî de ne

Çavuşoglu: Em bi YE re di atmosfereke erênî de ne

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku di derbarê ji nû ve zindîkirina mekanîzmaya diyaloga dualî ya di navbera Tirkiyê û Almanayayê de lihev kirine.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas piştî hevdîtinên dualî civîna rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin.

Mevlut Çavuşoglu anî ziman ku civînên baş yên di derbarê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê (YE) û mijarên heremê de pêk anîne.

Çavuşoglu diyar kir ku tevî pandemiya Covid-19 têkiliyên di navbera wî û Maas de û têkiliyên di navbera Recep Tayyp Erdogan û Angela Merkel de ber bi başbûnê de çûne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê bal kişand ser bazirganiya di navbera Tirkiyê û Almanyayê de û diyar kir ku ligel pandemiyê aboriya di navbera herdû welatan gihîştiye 38 milyar dolarî, di aliyê hinardekirinê de Almanya di rêza yekem de û di aliyê hawirde kirinê de jî di rêza duyem de ye.

Di derbarê têkiliyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de jî Çavuşoglu got ku di têkiliyên navbera Tirkiyê û YE de atmosfereke erênî heye.

Wezîrê Karên Dervê yê Almanyayê Heiko Maas jî di derbarê Tirkiyê û YE de got “Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên nakok ên di navbera Tirkiye û YE de li paş bimînin.”

Maas herwiha di derbarê desteserkirina muxalîfê Rûs Alesey Navalniy ya ji aliyê Rûsyayê ve de jî got: “Divê Navalniy tafilê serbest bê berdan.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin