Çavuşoglu bi aşkere gef li ENKSê xwar: Êdî dibin armanca me

Çavuşoglu bi aşkere gef li ENKSê xwar: Êdî dibin armanca me

Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi aşkere gef li ENKSê xwar û ragihand, her aliyek bi YPGê re hevkariyê bike, ew ji bo Tirkiyê li her derî dibe armanceke rewa.

A+A-

Navenda Nûçeyan Li gor nûçeya ji Rûdawê Sîna Soma, Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê rêkeftina navbera Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) de ji kanala CNN Turk re axivî û dijatiya Enqerê li gel nêzîkbûna ENKSê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) anî ziman.

Silêmanî ketiye bin bandora PKKê

Mevlut Çavuşoglu amaje bi çalakbûna PKKê li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir û got: “Dema em berê xwe didin Bakurê Iraqê, bi taybetî em dibînin ku herêma Silêmaniyê ketiye bin karîgeriya PKKê.”

Çavuşoglu da xuyakirin, hin welat PKKê li ser Rêveberiya Herêma Kurdistanê wek karta zextê bikartînin û got: “Hinek welat hene ku PKKê li hemberî Rêveberiya Kurd ya Bakurê Iraqê bikar tînin. Dîtin ku nikarin PDK û Rêveberiya Erbîlê bînin ser xeta xwe, îcar PKKê tînin meydanê. Me lîstikên li wê deverê têk birin û emê berdewam têk bibin.”

Bi gotina Wezîrê Derve yê Tirkiyê, PKK berdewam Tirkiyê dike armanc, lê wan rê nedaye PKK li nav sînorê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, tenê deverekê jî kontrol bike û îdia kir, ji ber wê yekê PKK derbasî Herêma Kurdistanê bûye, ku bi îdiaya wî, li wê derê hin gund û bajar di kontrola PKKê de ne.

Çavuşoglu wiha axivî: “PKK bi salane me dike armanc, Tirkiye kiriye armanc. Di demên bihorî de bi rêya hin çalakiyên xwe yên têkçûyî li hin bajaran, ragihand ku ew yên me ne. Em li Tirkiye bi ti awayî rê nadin vê yekê, ma deverek di jêr kontrola PKKê de heye? Êdî li çiyayan jî nikarin xwe veşêrin. Ji ber wê yekê jî li Bakurê Iraqê ne. Li Bakurê Iraqê gund û bajarên di kontrola wê de hene.”

Aliyên ku bi YPGê re hevkarî dikin armanca me ne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, plana YPGê perçekirina Sûriyê ye û îdia dike, ku ew yek aşkere ye.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, di meha Sibatê de, wan hevdîtinek li gel ENKSê pêk anîne û îdia kir, di wê civînê de eşkere bûye ku ENKS jî ji kiryarên YPGê aciz in, lê hinek welat guvaşê li ENKSê dikin. Li gora Çavuşoglu, kî hevkariyê bi YPG/PKKê re bike, ew ji bo Tirkiyê dibe armanceke rewa, li hundir, derve, an jî li Bakurê Iraqê ferq nake.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, di civîna meha Sibatê ya ligel ENKSê de, wî ji şanda ENKSê re gotiye, eger ew bi YPGê re bibin yek û hevkariyê bikin, êdî peywendiyên Tirkiyê û ENKSê weke berê namînin.

Mevlut Çavuşoglu got: Ez vê bi aşkere dibêjim, navê wê çi dibe bila bibe, yê bi YPG û PKKê re be, jib o me ti ferqa wî ligel YPG û PKKê nîne û hedefeke rewa ye. Çawa ku PKK/YPG ji bo me armanceke rewa ye, hem li navxwe, hem li derve, hem li Sûriyê, hem li Bakurê Iraqê, ferq nake, yên bi wan re hereket bikin jî, dîsan di jêr heman sîwanî de, yên li hember Tirkiyê dijminatiyê dikin, her kes ji me re armanceke rewa ye. Me hişyariya xwe daye her aliyekî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de îdia kir, ku ti problemên wan bi rêveberiya Herêma Kurdistanê re nînin.

Nabe Amerîka Suriyê ji bo YPGê lawaz bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, Amerîka ji bo perçekirina Sûriyê piştgiriya YPG dike û dixwaze rejîmê lawaz bike û got, ev siyaseta Waşingtonê şaş e. Mevlut Çavuşoglu îdia kir, ku Amerîka hewl dide li bakurê Sûriyê herêmeke di kontrola YPGê de ava bike.

Têkildarî helwesta Tirkiyê li hember hikûmeta navendî ya Sûriy jî, Çavuşoglu got, ew di derbarê rejîma Sûriyê de weke Rûsyayê nafikirin, û nêrîna wan a di vê derbarê de weke ya Amerîkayê ye û destnîşan kir, lê ew yek nayê wateya ku ew dixwazin Amerîka Sûriyê perçe bike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin