Çandar: Tirkîye, bi bihaneya terorê hewla jinavbirina kurdan dide

Çandar: Tirkîye, bi bihaneya terorê hewla jinavbirina kurdan dide

Cengîz Çandar tekez dike, di dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de, wan pêşbînî dikir ku piranîya xelkê Herêma Kurdistanê dengê “belê” bikar bîne û daxwaza serxwebûnê jî bike, lê vê proseyê rewşeke trajedîk li dû xwe anî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nivîskar, rojnamevan û şarezayê karûbarên Rojhilata Navîn Cengîz Çandar li Konferansa Aştî û Asayişê li Rojhilata Navîn, ku bi sponserîya K24 li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê birêve diçe got: “Tirkîye bi fermî li dijî referandûmê bû û li dijî bîroke û derencamên wê bû jî. Piştî du salan me dît ku pêwendîyên wê bi Herêma Kurdistanê re bo asteke nizim daketin û hesteke nerênî di civaka Kurdistanê de li hember Tirkîyê dirust bû.”

Herwiha Çandar got: “Niha hikûmeteke nû li Herêma Kurdistanê dest bi kar kirîye, ku gelek daxwaz û armancên wê hene. Dibînin ku di demekê gelekî kêm de, pêwendî asayî bibin.”

Derbarê rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê de, Cengîz Çandar got: “Rewşa li Sûrîyê dirust bûye, bandor li ser raya giştî ya civaka Herêma Kurdistanê dirust kirîye, ev jî eger e bandoreke neyênî li ser pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê jî dirust kirîye, ji ber wê dibe di vê derbarê de hest bi metirsîyekê bikin, lê tevî wê jî pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê, pêwendîyên cîrantîyê ne û herdu alî jî wê têdigihin, ku ji bo berjewendîyên wan, pêwendîyan asayî bikin.”

Herwiha got: “Berî 8 mehan li Hewlêrê ji min hat pirsîn. Heger ez şêwirmendê Erdogan bama, derbarê rewşa Sûrîyê de çi şêwir jê re bikira? Bersiva min ew bû, heger ew posta min hebûya, helbet wî dê ez ji kar dûr bixistama, ji ber ku nerîna min li ser wê babetê berûvajî ye, ez li dijî çûna hêzên Tirkîyê bo Efrînê û wê sîyastê me, ya li hember kurdên Sûrîyê tê peyrewkirin.”

Derbarê pirsa kurd li Tirkîyê û nakokîyên naxweyî yên di navbera partîyên sîyasî û partîya desthilat AK Partîyê de, Cengîz Çandar tekez dike: “Pêwîst e pirsa kurd li Tirkîyê bi rîya danûstandin û guftûgoyan bê çareserkirin, divê di vê derbarê de derîyê guftûgoyê bi nûnerên kurd re bê vekirin, ji bo bê zanîn daxwazên wan çi ne, lê heger her dem desthilata Tirkîyê wan bi terorist bi nav bike û ne amade be bi bihaneya “terorist” guftûgoyan bi wan re bike, wê demê tenê rîyek dimîne, ew jî jinavbirina wan e, ev jî me vedigerîne berî bi dehan salan, dema Tirkîyê red dikir ku tiştek bi navê pirsa kurd hebe.”

Çandar rexneyê li Hikûmeta Tirkîyê dike û dibêje: “Heger ne li dijî kurd in, ji bo çi wan dixe zîndanê, ku bi piranîya dengan di hilbijartinan de serkeftin bidest xistine? Ji bo çi navê kurd diguhêrin û tabloyên şaredarîyan tînin xwarê û bi navê Tirkîyê dinasînin? Heger hûn ji kurd hez dikin, bo çi dijayetîya zimanê kurdî dikin? Ma zimanê kurdî terorizm e? Bila em bi pir aşkere behsa vê pirsê bikin, pirsa kurd heye û divê li hebûna kurd û mafên gelên kurd mikur bên û çareserîya vê pirsê bikin.”

 

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin