Çalakvanên Efrînî nerazîbûn nîşanî ENKSê dan

Çalakvanên Efrînî nerazîbûn nîşanî ENKSê dan

.

A+A-

 Hejmareke çalakvanên Efrînî daxuyaniyek derbarê daxuyaniyên ENKSê yên li ser rewşa Efrînê belav kirin û nerazîbûn nîşanî ENKSê dan. Berpirsekî ENKSê gotibû, astengî li ber xelkê Efrînê nînin û "mesele tên mezinkirin."

Hejmarek çalakvanên û kesayetiyên Efrînî derbarê daxuyaniyên Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên li ser rewşa Efrînê, daxuyaniyek belav kirin.

Çalakvan û kesayetiyên Efrînê di wê daxuyaniyê de rexne li daxuyaniyên ENKSê helwesta Rêveberiya Xweser girtin.

Ew çalakvan û kesayetên Efrînî dibêjin, di demekê de ku “aliyê Rêveberiya Xweser astengiyan li pêş koçberên Efrînê li derdora Helebê derdixîne û wan wekî girtî di nav kampan de dihêle, ENKS vê yekê xirab bikar tîne û rewşa kambax li Efrînê” diderewîne.

Li gorî daxuyaniya çalakvan û kesayetiyên Efrînê, ENKS dibêje ku binpêkirin li Efrînê ne sîstematîk in û behsa serhildana vegerê dike ji bo ku nîşan bide ku herêma Efrînê di nav xêrê de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ENKS bi wê helwesta xwe “êş û derdê xelkê Efrînê zêde dike” û “divê ENKS bizanibe ku raportên navdewletî derbarê Sûriyê de dibêjin tiştê li Efrînê çêdibe tawanên şer in.”

Cîgirê Serokê Itîlafa Oposizyona Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar ku di heman demê de nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye di nava Itîlafê de, ji Rûdawê re ragihandibû, “astengiyeke mezin li pêş xelkê Efrînê nîne û mesele tên mezinkirin û ev yek xelkê me çavtirsyayî dike.”

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her curên çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan. Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin