Bulent Arinç îstîfa kir

Bulent Arinç îstîfa kir

.

A+A-

Endamê Desteya Bilind a Şêwirmendiyê ya Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç îro daxwaza xwe ya îstîfayê pêşkêşî Recep Tayyip Erdogan kir.

Bulent Arinç bi rêya telefonê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re axivî û jê re ragihand; ew di wê baweriyê de ye ku îstîfakirina wî dê biryareke rast bibe. Erdogan jî li ser van gotinan îstîfaya Bulent Arinç qebûl kir.

Arinç li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsa îstîfaya xwe belav kir, ku di nivîsê de hatiye diyarkirin: “Eşkere ye ku hewcedariya Tirkiyê bi reformên dad, aborî û di warên din de heye. Pêwîstiya welatê me bi arambûnê heye û divê çareseriyek ji bo derdên gelê me were dîtin. Weke ku min di bernameya televîyonê ya navborî de destnîşan kir, min îradeya Birêz Serokomarê me ya li ser vê mijarê dît û piştgirî didim. Lê belê ji ber axaftina min, li ser kesayetan ber bi zemînên din ve hat veguhestin û min li ser wê yekê endîşe kir ku li ber xebatên reformê, bibe asteng û min biryar da ku ez ji peywira xwe ya Endamtiya Desteya Bilind a Şêwirmendiyê îstîfa bikim dê baştir bibe.”

Bulent Arinç eşkere kiriye: “Min daxwaza xwe ya destjikarkişandina ji emdamtiya desteyê pêşkêşî Birêz Serokomarê me kir û wî jî ev yek guncaw dît. Me bi hev re heqê xwe ji hev re helal kir û min dest ji peywira xwe berda."

Bulent Arinç diyar kiribû; dibe ku Demîrtaş were berdan

Bulent Arinç li televîzyona Haberturkê li ser mijarên rojevê axivîbû û derbarê pirtûka Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ragihandibû: “Min pirtûka Dewran xwend. Dibe ku nêrîna we ya li ser Demîrtaş neguhere, lê hûn ê fêm bikin ku çi hatine serê Kurdan, dibe ku li ser Kurdan nêrîna we biguhere.”

Arinç diyar kiribû: “Piştî ku di sala 1980an de tiştên li Girtîgeha Diyarbekir qewimîn, divê em hemû pirtûka Dewran bixwînin. Di pêvajoya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ku ev jî were berdan. Dadgeh û dadger bi azadî difikirin.”

Li ser Osman Kavala jî, ku bûye sê sal di girtîgehê de ye, Bulent Arinç gotibû: “Ey dadger û dozger; ez li hember heta niha zindanîbûna Osman Kavala mat dimînin, divê ew were berdan.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin