Brîtanya: HSD hevpeymaneke sereke ye

Brîtanya: HSD hevpeymaneke sereke ye

.

A+A-

 Şandeke Brîtanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve civiya û pesna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da. Herwiha şanda Brîtanî 3 zarokên DAIŞê yên Brîtanî ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku şanda  Brîtanî bi serokatiya şandiyê taybet ê Brîtanya bo Sûriyê  Jonathan Hargreaves serdana Rojava kir.

Di dema civîna ligel Hevserokê Rêveberiya Peywedniyên Derve Ebdulkerîm Omer, serokê şanda Brîtanî Jonathan Hargreaves pesnê rola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da û got, niha ji her demê bêhtir girîng e ku kar ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji krîza tevahiya Sûriyê re bê dîtin li gorî biryara Encûmena Asayişê 2254ê.

Jonathan Hargreaves got: “Spas ji bo we û hemû karê we kirî. Ez dixwazim ji rola giring a HSDê di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê destpê bikim, vê hêzê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bo nêzîkî 8 milyon kes li ser rûbera 10 hezar kêlometerên çargoşe li Sûriyê û Iraqê, i rûbirûbûyê rêxistinê de bû. Em dizanin rola çekdar û teroristên navxweyî û biyanî ji pêncî welatan çi bû, ji ber wê yekê jî em pabendin ku ji bo qurbaniyên DAIŞê ku em dê tawanbarên şer dadgeh bikin.”

Hargreaves herwiha tekez kir ji ber karê ku hatiye kirin, karînên DAIŞê gelek kêm bûne, lê hîn li Sûriye û Iraqê û hemû cihekî metirsî ye, ji ber wê yekê jî Hevpeymaniya Navdewletî pabend e ku DAIŞê bi temamî jinav bibe.

Di heman demê de Hargreaves got: “Encûemena Hevpeymaniya Navdewletî û di nav de Brîtanya, piştevaniya aramiya mirovî li navçeyên rizgarkirî li Sûriyê bike.”

Ji aliyê xwe ve, Ebdulkerîm Omer tekezî li ser girîngiya destpêkirina proseya siyasî bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û girîngiya çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û bi taybet biryara 2254 kir.

Di dawiya hevdîtinê de, 3 zarokên Brîtanî ji malbatên DAIŞê bi belgeyeke fermî radestî şanda Brîtanî hatin kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin