Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye

A+A-

Berîya du rojan Encûmena Ewlekarîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (EERNY) li ser daxwaza dewletên Swêd û Kweytê, bi biryara jimar 2401ê bona mehekê “agirbesta mirovî” ragihandibû û bangê layên di şer da kiribû, ku piştê 72 demjimêran bi dêrijîya mehekê şer bêt rawestin, daku Xaça Sor, Heyva Sor û saziyên navneteweyî alîkarîya mirovî begihînin herêmên şer.

Îro li du herêmên Suriyeyê şerekî dijwar heye, yek jê herêma nêzikî Şamê Xûteya Rojhilat û herêma din jî Efrîn e, ku bi mebesta dagiriyê Tirkîyê êrişî herêmê dike.

Di encama êrişa li ser Efrînê bi sedan kesên sivîl hatin kujtin, dîsa bi sedan kes brîndar bûn, herweha di encama valabûna bi dehan gundan da bi hezaran malbat koçber bûn.

Şêniyê gundên vala bûyî hemû daketin nava Efrînê, di jêrzemînan da û di nava astegîyan da dijîn, ji ber koçberbûnê serjimarîya Efrînê çendin qat zede bû û em dizanin, ku herêmên di bin wêrankarîya şer da pêdivîya lezgînî, taybetî bona gellek alavên dermankirinê, sotemeniyê, xwarin û vexwarinê heye, ku di peyman û hiqûka navneteweyî da, bi kurtî di hiqûka RNYî da “alîkarîya mirovî” têt binavkirin.

Lê belê, bi amancê alîkarî bigihê herêmên lê şer heye neçar e şer bêt rawestandin, bona vê jî layên di şer da, divê biryara EERNY ya bona şer rawestandinê bipejirînin û bi agirbestê va guncîn (riayet bikin) bin, ku alîkarîya mirovî xwe bigihîne herêmê.

Lê mixabin, li Efrînê û herêma Xûteya Rojhilat şer ranaweste ku alîkarîya mirovî xwe bigihîne herêmê.

Li hêrême Xûteya Rojhilat Rejîm û Rusyayê ragihandin, ku ew dixwazin li biryara EERNY guncîn bin, lê hêzên “opozîsyonê” êriş dikin ew neçarên bersivê bidin, ji dest vê şer ranaweste, lê li Efrînê helwesta layên di şer da berevajî vê ye ( ya rast li ser Efrînê êriş heye û Kurd bergiriyê lixwe dikin)

Bi kurtî, hêzên Kurd ragihandin ku ew amedene li biryarê guncîn bin, lê Tirkîyê ragihand ku ew bi biryarê padend nabe û şer ranawestîne.

Heçkû, biryara EERNY her çiqas navê Efrînê hilneda be jî, di biryarê da têt gotin ku ev biryar “li seranserê Suriyê” derbasdar e.

Zimanê biryarê zelal e, divê li seranserê Suriyeyê bêt bicî kirin, weha dixûye ku nenivîsandina navê Efrînê sê sedemên vê hene; yek ji vana, peywendiyên Rusya û Tirkîyê ye; yek jî, rê li ber girtina wetoya Rusyayê ye û ya din helwesta Brîtanyaya Mezin (Îngilîzistan) e ku xwe nêzikî Tirkîyê dike.

Wekî têt zanîn, mafê Rusyayê wetoya biryarên Encûmenê heye, mixabin bi beşdarîya Rusyayê li Suriyê şer gurtir bû, kujtin û wêrankarî jî pirtir bûn.

Helwesta Rusyayê ya li Suriyê têt şibandin agirkujê ku li hêlekê şewatê gur dike, lê li hela din xwe dike dewsa agirkujiyê.

Rusyayê rê li ber êrişa Tirkîyê vekir, destûra qada hewayî vê şibandinê rast derdêxe; di encama êrişên balefirên şer da bi sedan kesên sivîl hatin kujtin, gund û jîwar tên bomberankirin, bêguman ev dibe sedema zirar û zîyanên canî û malî.

RNY, Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), Almanya, Fransa û Yekitîya Ewrupa ji Tirkîyê daxwaz dikin, ku bi biryara Encûmena Ewlekarî pabend be, şer rawestîne û têkilî alîkariyê nebe.

Bersiva banga pabendbûnê ji serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan hat, ev dibêje “cinawir bibirîn naye berdan, bi çi awayî bibe ev dê biqede.”

Ev binpêkirina hiqûk û dab û nêrîtên navneteweyî ye, zu an dereng beramberê vê helwest û siyaseta çavsorî dê hebe.

Mela Mistefa Barzaniyê nemir.

Îro 39mîn salvegera koça dawîya Mela Mistefa Barzanî ye, Xweda bi rehma xwe şa bike.

Têkoşîna Mela Mistefa Barzanî di dîroka neteweya Kurd da, destpêka serdemek nû ye, li ser her çar parçeyên Kurdistanê karîger bû.

Bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî neteweya Kurd li ser dîka dîrokê berz bû, daxwaza mafên xwe kir, selmand ku ew dê dest ji têkoşîna neteweyî bernede.

Destpêka têkoşînê, beşdarîya damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, bi 500î zêdetir pêşmergeyan va rêwitîya heta Yekitîya Sowyetan, piştî 12 salan carek din hatina Kurdistanê û bi Şoreşa Êlûnê destpikirina têkoşîna Azadiyê, her yek ji vana tene bi serê xwe bûyerên giranbûhayên dîrokî ne.

Bêguman, ger îro li başûrê Kurdistanê û herweha li parçeyên din têkoşîna neteweyî gehiştibe konaxek bilind, ev di encama têkoşîna Mela Mistafa Barzanî da ye.

Bona neteweya Kurd Mela Mistafa Barzanî nemir e, îro têkoşîna azadiyê li ser bingehê ku wî avêtîye bilind dibe.

Em, divê şayanê ked û qehremanîya wana bibin û ew dê her di dil û têkoşîna me da bijîn.

Bi dawî anîna parlementerîya parlementerên Partîya Demokratîka Gelan (HDP).

Di encama hilbijartina 1î mijdarê da jimara parlementerên HDPê 59 bûn, ger ez ne şaş bin nuha tene 50 man.

Hinek jî di girtîgehê da ne.

Jixwe piştê hilbijartina 7î pûşperê ku 80 parlementer bi destxistibû, li dijî HDP tûndiyê dest pê kir û wekî têt zanîn di encama hilbijartina 1î mijdarê da vê carê 59 parlementer bi dest ketin.

Ew jî pir hat dîtin, parlementerîya 9 parlementeran hat rakirin, rakirina hinekên din jî di rê da ye.

Amanca çavsorîya li dijî HDPê û bi dawî anîna parlementeriyê bê bandor kirina grupa HDPê ye, lewra hilbijartin nêzik dibe û herweha bêdeng kirin û jihevbelavkirina siyaseta Kurdî ye.

Çavsorî û çewsandina li ser parlementerên HDPê çermazar dikim.

 

Mahmut Kilinc

01.03.2018/Dusseldorf 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin