Biden û Erdogan civiyan

Biden û Erdogan civiyan

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi sedema civîna NATO yê li Madrîd a Îspanya ye û bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinekî pêkanî. Berya hevdîtina ku 1 siet û 10 deqe dewam kir, her dû serok ragihandinan kirin.

Biden, di daxwuyaniya xwe de ji bo Eredoğan, bi sedema hewlên derxistina hûbûbatan ji Ûkraynayê û qebûlkirina endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ji bo NATO yê sipasiya Erdoğan kir. Erdoğan jî di daxwuyaniya xwe de got ku pêngavên di zîrwa NATO de bên avêtin wê destekê bide pêvajoya Rûsya-Ûkraynayê. Biden weha got:

“Hun karekî zahf baş dikin. Dixwazim sipasiya we bikim.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan jî di axaftina xwe de weha got:

“Wê zîrwe siba jî dewam bike û ez bawerim em ê bi desttije herin welatê xwe. Pêngavên ji bo xwurtkirina NATO yê, bi taybetî bûyera Rûsya-Ûkraynayê, pêşdeçûnên li ser xaz û petrolê û îxaracata hûbûbatê ji Ûkraynayê, em ji bo wan derfetan biafirînin. Demekî dirêje ez bi we re nehatine cem hev û ez ji hevdîtinan razî me. Zîrwe ya NATO bi taybetî ji bo me bû zîrweyekî xwurt. Ji bo xwutbûna NATO yê pêngavên ku bên avêtin wê destekê bide pêvajoya Rûsya-Ûkraynayê.

Em hewl didin ku di şerê Ûkrayna de siyaseta mêzênê bimeşînin. Em hêvîdarin ku bi dîplomasiyê karibin hûbûbatan ji Ûkraynayê derxin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin