Biden Ji Gera Xwe Ya Rojhilata Navîn Vegerîya Washington

Biden Ji Gera Xwe Ya Rojhilata Navîn Vegerîya Washington

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî gera xwe ya Rojhilata Navîn roja Şemiyê piştî nîvro vegeriya bo Washingtonê.

Biden roja Şemiyê digel rêberên Ereb li Cidê, Erebistana Saûdî civîyabû, nêrîna xwe ya helwesta Amerîkayê li Rojhilata Navîn jibo dijberiya Îranê diyar kiribû û herwiha bandora xwe di pêşbaziya stratejîk ya digel Çîn û Rûsyayê dubare kiribû.

Biden di axaftinên xwe da li Lûtkeya GCC+3, kombûna rêberên Ciwata Hevkariya Kendavê – ya Bahreyn, Kuweyt, Oman, Qatar, Erebistana Saûdî, û Mîrgehên Ereb yên Yekgirtî , Misir, Iraq û Urdunê got: "Amerîka pabend e ji bo avakirina paşerojeke erênî li herêmê bi hevkariyeka digel we hemûyan".

Bidenî got em nahêlîn valahîyek çêbibe ku Çîn, Rusya anjî Îran tijî bike.
"Em dê hewl bidin ku vê gavê pêşve bibin û mezin bikin bi pêşengiya Amerîkayê ya çalak û birûmet."

Bidenî prensîbên sereke yên helwesta Amerîkayê li herêmê destnîşan kirin, di nav wan de xurtkirina hevkarî û piştevanîya şîyanên berevaniyê yên welatên ku "pabendê nîzama navnetewî ya li ser bingehê qanûnan", û rêgirtina hêzên biyanî û herêmî yên ku dixwazin bi kiryareke leşkerî serdest bibin û azadiya bizavê dixin xeterê.

Wî çalakiyên bêaramîyê yên Îranê li herêmê, şerê Rûsyayê li Ukraynayê û kiryarên Çînê li Hind-Pasîfîkê wek mînakên hewlên jibo têkbirina nîzama bingehîn bi nav kirin.

Biden got Washington dê her wiha bixebite ji bo kêmkirina alozîyan û bidawîkirina pevçûnan "li ku derê dibe bila bibe", û dê piştgirî bide mafên mirovan û nirxên ku di Peymana Neteweyên Yekgirtî da hatine destnîşan kirin.

Bi balkişandina wan kêşeyên cîhanî, wî 1 milyar dolar alîkarîya ewlehiya xwarinê jibo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ragihand. Wî pêşwaziya soza 3 mîlyar dolarî ya rêberên Ereb kir jibo binesaziya cîhanî û destpêşxeriya veberhênanê ya ku Washington dest pê dike jibo dijberiya bernameya Kember û Rê ya Çînê.

Rêberên Lûtkeyê herwiha rêkeftina girêdana tora elektrîkê ya Iraqê bi torên Ciwata Hevkariya Kendavê ve bi rêya Kuweyt û Erebistana Saûdî ragihandin ku bi vî awayî pêdivîya Bexdayê bi Îranê kêm bike.

Lê di lûtkeyê da zêdekirina hilberîna petrolê nehate gotûbêj kirin da ku zêdebûna bihayên ku ji ber şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê derketî hevseng bike.

Di axaftinên xwe da, derbarê mafên mirovan da Bidenî got ku azadîyên bingehîn ji bo "Me wekî Amerîkîyan gelek" girîng in.

Wî gote odeya tiji zilamên Ereb ku paşeroj ya wan welatan e ku "jin dikarin mafên wekhev bikar bînin û beşdarî avakirina aboriyên bihêztir, civakên berxweder, û artêşên nûjen û jêhatîtir bibin."

Rêvebiriya Bidenî herwiha hişyarî da li ser geşbûna peywendiyên di navbera Rûsya û Tehranê de, û di vê çarçovê da Şêwirmendê Ewlehiya Netewî Jake Sullivan got ku îstixbaratên Amerîkayê nîşan dide ku hukûmeta Îranê xwe amade dike ku çend sed dronan û balafirên bêmirov yên xwedî çek, bide Rûsyayê.

Çavkanî / VOA Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin