Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir

Îranê dîsa êrişî Komeleyê kir

.

A+A-

Îranê îro berê sibehê bi mûşek û dronan êrişî baregehên Komeleyê kir.

Komele komeke Rojhilatê Kurdistanê ye û baregehên wê li Herêma Kurdistanê ne.

Ev êriş rojekê piştî veşartina 9 Pêşmergeyên Komeleyê pêk hat ku di êrişeke berê de şehîd ketibûn.

Li Çoman û Sûrdaşê êrişî baregehan hat kirin

Berpirsê Ragihandinê yê Komeleyê Emced Husên Penahî li ser mijarê daxuyaniyek da û got ku mûşekan li navçeya Çomanê ya Hewlêrê li Geliyê Alanayê li baregehên wan daye.

Êriş piştî nîvê şevê çêbûye. Nêzîkî saetekê piştî vê êrişê jî du dronan li nêzîkî Silêmaniyê li Kampa Sûrdaşê baregeheke din kiriye armanc.

Penahî di daxuyaniya xwe de got, "Êrişên bi mûşekan demjimêr 12:20î baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li Geliyê Alanayê kirin armanc."

Penahî di daxuyaniyeke xwe ya din de da zanîn ku Îranê li Sûrdaşê du êrişên din jî birine ser baregehên wan.

Penahî ev agahî dan:

"Di berdewamiya êrişên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Komeleyê de, îşev demjimêr 01:50î baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li Sûrdaşê cara duyem bûn armanca dronan.

Her wiha demjimêr 01:55an droneke din li baregeha Komeleyê ya li Sûrdaşê xist."

9 Pêşmerge şehîd ketibûn

Ev êrişên dawî rojekê piştî bixakspartina 9 Pêşmergeyên partiyê pêk hatin.

Ew 9 Pêşmerge di êrişeke mûşekî ya Îranê de li baregeha Zirgwêzê ya Silêmaniyê şehîd ketibûn. Cenazeyên wan roja yekşemê hatibûn veşartin.

Di êrişa roja înê de 6 mûşek hatibûn bikaranîn û çend kesên din jî birîndar bûbûn.

Zirgwêz li başûrê Silêmaniyê ye û kampên çend partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li wê derê hene.

Zêdetirî 93 mûşek û dronan hatin bikaranîn

Li gorî gotina Penahî, ji destpêka şerê di navbera Amerîka û Îranê de êrişên li ser wan jî zêde bûne.

Penahî daxuyand ku heta niha di êrişên li ser barehgen wan de "zêdetirî 93 mûşek û dronan" hatine bikaranîn.

Şerê Amerîka û Îranê didome

Êrişên nû di demekê de pêk tên ku şerê di navbera Washington û Tehranê de didome.

Tevî hewldanên dîplomatîk ên ji bo vegerandina agirbestê ev şer ranewestiyaye.

Şer 28ê Sibatê dest pê kir. Ji wê demê ve baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi berdewamî tên armanckirin.

Ev êriş ji aliyê Supaya Pasdaran û mîlîsên Îraqî yên girêdayî wê ve tên kirin.

Supaya Pasdaran ji mêj ve israr dike ku divê Îraq û Herêma Kurdistanê komên mixalefetê bêçek bikin yan jî wan ji xaka xwe derxînin.

Supaya Pasdaran hişyarî daye ku eger wan wekî gefeke ewlehiyê bibîne mafê wê heye ku wan bike armanc.

Li hêla din, şerê Amerîka û Îranê li seranserê herêmê berfireh bûye.

Dan û standinên ji bo kêmkirina aloziyan têk çûn û piştî wê her du alî jî êrişên xwe yên li ser hevdû didomînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin