AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin

AMED - Êrişên li ser Pêşmergeyan hatin şermezarkirin

.

A+A-

Komîsyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê li Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin.

Komîsyonê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şehîd û birîndarên Komele û PAKê û daxuyand ku ev êriş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Şehîd û birîndar hene

Li gorî agahiyên ku komîsyonê parve kirine, sê roj berê di encama êrişa bi mûşek û dronan a li ser navendên Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ya li derdora Silêmaniyê de, 9 Pêşmerge şehîd ketine û gelek Pêşmerge jî birîndar bûne.

Her wiha doh Îranê li ser bergehên sivîl ên li Rojhilatê Kurdistanê êrişek pêk anî û di vê êrişê de jî 8 pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) birîndar bûn.

Tê gotin ku rewşa 4 Pêşmergeyan giran e û jiyana wan di xeterê de ye.

"Ev êriş li dijî hemû miletê Kurd in"

Komîsyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ev êrişên Îranê wekî êrişên li dijî miletê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê pênase kirin û di daxuyaniyê de hat gotin:

"Îranê di her asta dîrokê de li dijî tevgerên Kurdistanî û neteweya Kurd siyaseteke hovane û jenosîdal meşandiye.

Ev êrişên ku li her parçeyê Kurdistanê çêdibin bandorê li ser hemû neteweya Kurd dikin. Êşa Rojhilatê Kurdistanê êşa hemû Kurdan e. Êşa Başûr, Bakur û Rojava jî ji hev cuda nîne."

Komîsyonê destnîşan kir ku tu hêz nikare bi mûşek, dron, zîndan û bidarvekirinan daxwaza azadiyê ya miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê ji holê rake.

Bangî hikûmet û saziyên navneteweyî hat kirin

Aliyên Kurdistanî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku li hemberî van bûyeran bê deng nemînin.

Wan xwest ku ji bo parastina sivîlan û kêmkirina aloziyê gavên pêwîst werin avêtin û piştgiriyê bidin rêbazên ku li gorî hiqûqa navneteweyî ne.

Komîsyonê di dawiya daxuyaniya xwe de Pêşmergeyên şehîd bi rêz û hurmet bi bîr anîn, sersaxî ji malbatên wan re xwest û şîfaya lezgîn ji bo birîndaran xwest.

Aliyên beşdar ên daxuyaniyê

Ev daxuyanî ji aliyê van partî û rêxistinan ve hat îmzekirin:

Înîsiyatîva Neteweyî ya Kurdistanê

Pêlkurd

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Tevgera Vejînê ya Kurdistanê

Kesayetên serbixwe yên Kurdistanî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin