Biden hişyariyeke tund da Putin

Biden hişyariyeke tund da Putin

.

A+A-

Di demekê de ku aloziya di navbera herdu welatan de zêde bûye, serokên Amerîka û Rûsyayê bi rêya video konferansê civînek saz kirin. Di civînê de Biden hişyariyeke tund da Putin.

Joe Biden,  Serokê Amerîkayê, dibêje, “Slav, kêfxweş im bi dîtina we careke din. Mixabin cara berê di civîna G20 de me hevûdû nedît, hêvîdar im hevdîtina me ya bê rasterast be.”

Gotûbêja online a navbera Biden û Putin du demjimêran berdewam kir, pirsgirêka serekî jî Ukrayna û egera kontrolkirina wê ji aliyê Rûsyayê ve bû.

Jake Sullivan, Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê, diyar dike, “Civîneke bisûd bû, ji ber derfet da Serok Biden ku vekirî helwêsta Amerîkayê derbarê Ukraynayê de bighîne Putin. Hevdem ligel rêya dîplomatîk me amadekarî di asta her hemleyeke serbazî ya Rûsyayê de kiriye. Biden li nav çavê Putin temaşe kir û jêre got, ew tiştên ku di 2014an de em amade nebûn bikin niha bi tam amade ne bikin.”

Di 2014an de Rûsyayê Nîvgrava Kirimya kontrol kir û Amerîka û NATOyê tenê bi ferzkirina cezayan bersiva Moskowê dan bêyî ku helwêsta serbazî pêşan bidin.

Ian Brzezinski, Alîkarê Berê yê Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Bo Karûbarên NATO, dibêje, “Divê em zêdetir ji gotûbêj û axaftinê bikin. Divê NATO di pratîkê de tiştekî bike, pêwîst e welatên NATOyê hêzê bibin rojhilatê Ukrayna û eniyên beramber Rûsyayê bihêz bikin.”

Yek ji wan pêngavên ku Washington û NATO lê difikirin bikaranîna xeta veguhestina Nord Stream 2 ya Rûsyayê ye ku gaza xwezayî ya wî welatî rasterast dibe nav Almanyayê, wek karteke guşarê li ser Moskowê, her dema êrîş bir ser Ukraynayê rêgirî li aktivkirina xetê bê kirin.

Putin di civîna online de daxwaz ji Amerîkayê kiriye corekî garantiyê bidiyê ku NATO sînorê xwe yê cografî li ser sînorê Rûsyayê berfireh nake, bi wateyeke din Ukraynayê nekin endamê NATOyê, daxwaza Putin daleqandî maye û Biden ti sozek nedaye.

Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, dibêje, “Peywendiya telefonê ya navbera herdû serokan bûyereke girîng e. Em vekirî behsa Ukraynayê dikin û xuya ye ku Ukrayna tenê guhê xwe dide Amerîkayê, em gelekî ji hez û xwestekên wî welatî û bêzarkirinên ser sînorên xwe nîgeran in.”

Civîn bi razîbûna herdu aliyan li ser berdewambûna karên tîmên hevbeş bi dawî bû ligel, wêya herdû alî gehiştin wê baweriyê ku di egera derketina şerê Ukraynayê de, ti aliyek biser nakeve.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin