Bi nivîseke fermî 4 lîwayên yekîneyên 70 û 80 tevlî Wezareta Pêşmerge bûn

Bi nivîseke fermî 4 lîwayên yekîneyên 70 û 80 tevlî Wezareta Pêşmerge bûn

.

A+A-

Bi armanca yekxistina hêzan, bi nivîseke fermî, 4 lîwayên yekîneyên 70 û 80 tevlî Wezareta Pêşmerge bûn.

Rêveberê Plandanan û Yekxistina Mîlakan di Wezareta Pêşmerge de Lîwa Rukin Karzan Mewlûd daye zanîn: “Niha kar ji bo rêkxistina mîlakên hêzên Pêşmerge dikin. Heta niha rêkxistin ji bo 14 lîwayan hatiye kirin. Herwiha 4 lîwayên din ên yekîneyên 70 û 80 bi nivîseke fermî bi ser Wezareta Pêşmerge ve hatin xistin.”

Rêkxistina karûbarên hêzên li derveyî peykerbendiya Wezareta Pêşmerge berdewam e û hewleke cidî ji aliyê hêzên siyasî, fermandarên lîwayan û Wezareta Pêşmerge ve heye, heta ku ev hêz bên yekxistin.

Endamê Kîmeteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Bapîr Kamela diyar kir: “Ev babet bûye erkekî niştimanî ya hemû aliyan. Hêvîdar in hemû hêzên ku xwedî Pêşmerge ne, di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bêne yekxistin, ji bo karîna Pêşmerge di rûbirûbûna her egerekî de xurtir bibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin