Bi mûşekan êrişî stûnên weşana radyo û televîzyona Duhokê kirin

Bi mûşekan êrişî stûnên weşana radyo û televîzyona Duhokê kirin

.

A+A-

Du mûşek arasteyî stûnên weşana televîzyon û radyoya Duhokê hatin kirin û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûne ti ziyaneke canî tune ye.

Dezgeha Xanî ya Rewşenbîrî ragihand ku îro Sêşemê 24ê Gulana 2022yan du mûşek li Geliyê Zaxo arasteyê stûnên weşana televîzyon û radyoya Duhokê hatin kirin û ji ber wê yekê weşana televîzyon û radyoyê rawestiya.

Berpirsê Teknîkî li Dezgeha Xanî ya Rewşenbîrî Ebdulwahid Elî Beşar ji Rûdawê re ragihand ku yek ji wan mûşekan li stûnekê ket û ya din jî di ser re derbas bûye, di encamê de stûn têk çû û bû sedem ku weşan rawestin.

Ew cihê ku stûnên weşanê lê ne, bi qasî 10 radyo û televîzyonan heye ku li wê der ê Radyo Rûdawê jî heye. Herwiha ew der nêzîkî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê ye, berî sê hefteyan mûşekek li qadeke nêz ket.

Derbarê bûyerê de Qeymiqamê Zaxoyê Muşîr Mihemed Beşîr jî ji Rûdawê re got: "Ev kar ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye kirin. Du mûşk  hatine avêtin, yek ji wan li westgeha dezgehê ketiye û ji ber wê ziyaneke mezin a maddî gihîşte avahî û amûrên bingehê."

Dezgeha Rewşenbîrî ya PDKê êrîş şermezar kir

Ji aliyê din ve Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke encamdarên êrîşa mûşekî ya vê êvarê  gerîlayên PKKê nîşan da û got ku tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê de hat diyarkirin: “Îro piştî nîvro çekdarên PKKê bi rêya mûşekan êrîşeke tirsonek li dijî bingeheke weşana dezgeha me ya li Çiyayê Bêxêr yê di navbera Duhok û Zaxoyê de encam da, ji ber êrîşê ziyaneke mezin a maddî gihîşte avahî û amûrên bingehê û bû sedema rawestana weşana Radyoya Duhokê û kanala Duhok TV û Radyoya Zaxo û kanala Delal TV û çend radyo û kanalên din, ku bi rêya wê bingehê weşana bername û programên xwe ji bo wê deverê dikin.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje: “Tevî ku em vê kiryara tirsonek bi awayê herî tund şermezar dikin, em radigihînin ku armanckirina bingeha weşanê û kanalên medyayî yên dezgeha me, ji bilî tirs û xofa PKKê ji dengê dilêr û wêrek û rastbêjiya ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, wateyeke din nade.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje: “Hewla nezok a çekdarên PKKê ji bo bêdengkirina dengê heqbêjan û dengê netewî û niştimanî yê medyakar û ragihandinên PDKê, ji bo nixumandina karên xwe yên neyasayî û dagirkeriyên xwe ye li Herêma Kurdistanê, loma bi awayekî tirsonek êrîşî yek ji bingehên herî pêşketî yên weşana Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK dikin, ku ev bingeh ji bilî ku bingeheke weşana medyayê, nîşaneya şaristanî û pêşketina Herêma Kurdistanê ye û ti hincetek ji bo armanckirina wê tune ye.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê diyar dike: “Her weke eşkere ye, ev kiryara wan a nerewa jî, nîşaneya têkçûna bername û fikra demborî ya wê ye, ku xwe dispêrin hemû karên nemirovî û neyasayî ji bi gihîştina meramên xwe yên tawankarî û dagirkarî.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin