Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bi kurtî, çima em nabin yek???

A+A-

 

Bûbê Eser

Nabin  yek! Ji ber ku zêdeyê bi dehan partî û rêxistinên bakurê kurdistanê hene, piraniya wan weke hev difikirin û dibêjin, lê nabin yek.

Çend dam û dezgehên li ser rewşa zimanê kurdî hene, armanc û hedefa hemiyan jî parastina zimanê kurdî ye. Lê nikarin bi hevre kar bikin. Bi hevre bibin dezgeheke neteweyî da ku fêrbûna zimanê me bi destekî û li gor rêbazekê bê meşandinê.

Bê hejmar komeleyên bakurê kurdistanê hene derd, êş û armanca piraniya wan yek e, ew jî kurdistaneke azad û serbixwe ye. Lê nabin yek.

Nema dizanim ku çendîn plaformên bakurê Kurdistane hene, destûr û bernameyên wan hema hema yek e. Armanca wan azadî û serxwebûna Kurdistanêye û weke hev difikrin. Lê nabin yek.

Bi hezaran rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên serbixwe hene, hema bêjin hemî an piraniya wan weke hev difikirin lê nabin yek. Di bin sîwanekê de xwe xurt nakin.

Mesela me ya bakurê Kurdistanê ev e. Yanî belavbûna me, ne li hevkirina me dibe. Sedema vê. Divê kurdên bakurê kurdistanê bi mejiyekî neteweyî bifikirin û karên xwe li gor hizra neteweyî bidomînin..

Hemî jî dizanin ku perçebûn, ji hevketin û belavbûn ne çareserî ye û bi vî halî kes dê nikaribin mudaxeleyî vê pêvajoya xeter ku niha em tê de derbas dibin, bikin.

Lê dîsa jî kêfa serok û rêberên me li cih e. Kêfa endamên wan jî ji wan re tê û kêfa wan jî li cih e. Bi çend kesan jî bin, hev digirin û xwe weke deryayekê mezin dibînin. Bi vê jî xwe û me jî dixapînin ku wê rojekê welatê me azad bikin. Lê fêm nakin ku bi hêz û qaweteke weha ne welatek, em ê nikaribin gundekî azad bikin. Lê dîsa li kêfa xwe dinerin û naxwazin li gel partî an rêxistinên din bibin yek.

Her weha ji bîr dikin ku heta mirov xwe ji ziman, çand, adetên dagirkerên azad neke, wan ji mejiyê xwe navêje. Em ê her bi raman û fikrin dagirkeran mezin bibin. Ev jî me ji ruhiyeta welatparêzî û netewebûnê dûr dixe. Loma em nikarn bibin yek.

Heta ku em kurd bi temamî li gel partî, dezgeh û rêxistinên heyî, neteweyî nefikirin li gor fikir û ramanên neteweyî karê xwe nekin, em ê tu caran bi ser nekevin.

Kêmbûna hizra neteweyî, dibe sedema parastina berjewendiya sexsî. Loma jî piraniya partiyên me her çiqas bêjin em neteweyîne, lê kar û barê wan ne li ser vê xetê ye

Netewebûn ew ku mirov berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî re bigire ye. Lê em vê nakin. Gelek ji siyasetmedarên me dikarin ji bona kursiyekê, ji bona çend quruş pere, baweriya xwe ya bi salan bavêje, bi peran û bi meqaman biguherin.

Divê em gotina serok Barzaniyê nemir ji bîr nekin Çi gotibû: ”Ew kesên neteweyî nefikrin, dikarin rojekê welatê xwe bifroşin.” Û îro ew gotina nemir li bakurê kurdistanê cihê xwe girtiye û pêk tê.

Kurdno, hêjano, delalno,

Hûn hemî ji min baştir dizanin ku bi vî rengî û  bi vî dengî em ê tu caran bi sernekevin. Serketin bi yekîtiyan pêk tê, bi hevkariyan pêk tê, bi biratiyê pêk tê lê mixabin îro em ji vê dûr in.

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar