Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Bi gulekê nabe bihar, lê gulek dikane bibe nîşana hatina biharê

A+A-

"Îro li navenda PAK é ji endamén xort di avahî yé de hilnehat, pak her diçé pélbipél fireh dibe .... " Zinet Dinçer ji fasebooka wê.

Di konferansa PAKê ya  Qosarê jî de cîhê beşdaran ne pir fireh bû, ji ber tunebûna kursiyan, beşek ji beşdaran li ser pêyan, li konferansvana gohdar kirin.

Duh Di konferansa Êlîhê (Batman) jî de beşdariyake berfireh hebû.

Bi kurtayî, gelek nîşan hene ku PAK her dihere, berfireh dibe, hijmara alîger û dilxwazên wê zêde dibin. PAK bala cuwan û jinên bakurê Kurdistanê jî dikşîne ser xwe. Ev nîşanên, veguherandinê û pêşketinê ne.  Wek tê gotin, bi gulekê nabe bihar, lê gulek dikane bibî nîşana hatina biharê...!

Di bûyera konferansa Qosarê de min wisa nivîsand: "PAK dibê niha destpêneke daku derkeve qada kolanan; di salonan de demek din jî bimîne, xwe bi heval, dost û hogirên xwe re perwerde bike, forma xwe û felsefa xwe ya siyasetê zelaltir bike, dêkiliyên di nava xwe de zexm û hêztir bike, piştî van prosesan, dakevin qada kolanan, têkeve nava girseyan..." Dema hêzeke siyasî hîn ne baş bi hêz be, kolanên reş ên siyasetê cîhên tirsên in...

Siyaseta di qada kolanan de , di navbera girsayan de pêrgî, dijitiyên tûj, xurt, kujar û ne pir pak, tê. Li wan kolanên tarî de lîsk û fêlebazî berfireh in. 

Bahoz  qelsan dide ber xwe. Rehên stûr û dirêj pêvistin ji bo dijberiya bahozan. Hêzeke wisa nû û negirseyî nikane li dijî wan fêlebaziyên siyaseta Rojhilata Navîn, hêzên tarî û planên dijminan raweste... Dibê siyasetmedar vê rastiyê wek kêmasiyê qabûl nekin, ku mirov bêtirs, qelsiyên xwe bibîne û amadeyên xwe gorî wan bike, wê demê mirov dikane rîskan kêm bike û derfetan zêde bike.

Tevgerên bi hêz dikanin çewtîyên mezin bikin, bê ku zeraran ji wan bibînin, ji ber ku çewtîyên wan ên mezin di çavanan de piçûk tên dîtin. Ew xwedî defretan in, ku bi hêsanî, bi çewtî û kêmasiyên xwe yên mezin, mijûl bibin. Bi gelenperî gel jî naxwazin wan çewtî û kêmasiyan hêzên bi hêz, bibîne. Ev rastî ne bes ji bo kurdan e, li welatên din jî wisa ye.

Tevgerên nû û qels mafê wan nînin çewtî û kêmasiyên piçûk jî bikin! Ji ber ku ew çewtî û kêmasî di çavan de mezin tên dîtin. Ew nikanin têkevin bin barên wisa giran. Ji ber çewtî û kêmasiyên piçûk, di rewşê de mezin tên dîtin, zerarên pir mezin didin tevgerên qels. Defretên wan kêm in ku li dijî wan tesîran rawestin û ew çewtî û kêmasî dibin sedem ku heval û dilxwazên tevgerên qels, zû ji wan dûr bikevin, an jî bêhêvî bibin.

PAK wek tevgerek nuh, mafê wê nîne, çewtîyan û kêmasiyan bike. Bê gûman, kes an jî tevgerên têdikoşin wê çewtîyan û kêmasiyan bikin. Kes û tevgereên çewtîyan û kêmasiyan nekin, ew ya hîn çênebûnin yan jî mirinin / ji holê rabûnin/. PAK gorî li holê ye, çewtîyan û kêmasiyan dike û dê bike. Li gorî baweriya min, çewtî û kêmasiyên PAKê ne çewtî û kêmasiyên wisa ne, ku di çavan de mezin bên dîtin. PAK di rêçeke rast de ye û çalakiyên dirist dike.

Lê dîsa jî, PAK dibê siyaseta xwe di nava û bi hevalbendên xwe re, zelaltir bike. Bawerî û ideolojiya wê bibe çanda hevalbend û dilxwazên wê. Qadrên xwe zêde bike û wan bi gelek şêwan perwerde bin. Rê û rêgeyên kommunikationen di nav xwe û bi girseyan re dirist bike. 

PAK dibê stratejiya xelekan pir baş bikar bîne. ( stratejiya xelekan, bi kurtasî, ji dervî endamên xwe, dibê gorî pileyan, dilxwazên xwe li dora xwe bipêçe. Di nivîseke din de, di derheqa stratejiya xelekan de, ez dê binivîsînim) 

PAKeke bi hêz û bi rik dikane di kolanan de, di nava girseyan de li dijî bahozên siyasetê li ber xwe bide, bê ku ji çewtî û kêmasiyên xwe, zerarên mezin rast werin. 

PAKeke bi hêz pêwist e. Ew ne armanc e, ew amûr e, ji bo Kurdistaneke bi dema nuh re!

"Kurdistan bi dema nuh re" dikane bibe viziyona kurd û Kurdistanîyan!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin