Bernameya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê eşkere bû

Bernameya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê eşkere bû

.

A+A-

Berameya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, ku Tora Midyayê ya Rûdawê jî hevkara wê projeyê ye,  hat aşkerekirin.

Diyar bû ku Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji 21 ta 24 Tîrmehê sala 2021 ê di Sînemayê "Karo 11 Oktyabr" ya Moskowê de birêve biçe û bi giştî tê de 35 berhemên kurdî: 15 fîlmên dirêj û 20 belgefîlm û kurtefîlm bêne pêşandan.

Berfin Design Group – rêkxerê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya festîvalê aşkere kir.

Di daxuyaniya Rêkxera Festîvalê de tê gotin, Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlimên Kurdî ya Moskowê 21ê Tîrmehê 2021ê de bi piştgiriya Projeya "KARO ART" li Hola sînemaya "Oktyabr" destpê bike û ta 25 Tîrmehê 2021 bidome.

Bername û bilêtên festîvalê êdî li ser malperê ne: https://karofilm.ru/art?&event=751

Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê di lîsteya festîvalên fîlmên navneteweyî yên Wezareta Kulturê ya Rûsyayê cih girtiye, yên ku sala 2021-an li erdê Federasyona Rûsyayê de têne li dar xistin. Festîval ji hêla Wezareta Kulturê ya Federasyona Rûsyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê piştgirî kirin.

Di çarçoveya festîvalê de temaşevan dê çêtirîn fîlmên nûjen ên li ser mijarên Kurdî, yên ku di festîvalên fîlimên navneteweyî de bi xelatên bi prestîj hatine xelatkirin, bibînin û her weha bikaribin beşdariya semînrên li gel afirînerên fîlman jî bikin.

Bi tevahî, bernameya festîvalê 35 fîlmên ji celebên cihêreng ên ji çar aliyên cîhanê vedihewîne, ku piraniya wan dê yekem car li Rûsyayê bêne pêşandan.

Bi giştî li salonên Sînemaya "Karo 11 Oktyabr" dê 15 fîlmên dirêj werin pêşandan. 20 kurtefîlm û belgefîlm ên mayî jî, di rojên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de wê li ser platforma online werin pêşandan.

Di sala yekem a Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, karê juriyê nehatiye plankirin, ji ber ku armanca sereke ya festîvalê ew ku sînemaya Kurdî bi şêniyên Moskow û mêvanên paytextê re bide nasandin.

Bi saya Fetsîvalê, temaşevan dê bikaribin li fîlmên li ser çand û dîroka gelê Kurd, her weha li ser jiyana wî ya nûjen û pirsgirêkên wî temaşe bikin.

Hemû fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm ên beşdarî Festîvala Fîlman dibin, yên ku ji hêla derhênerên ji her çar parçeyê Kurdistanê û li welatên din hatine kişandin, dê bi zimanê orîjînal û bi jêrnivîsa Rûsî werin pêşandan.

Dîrektorê Festîvalê, seroka Berfin Design Group - Gulîzer Gerdenzerî dibêje: “Me plan kiribû ku festîvala xwe di Gulana sala borî de li dar bixin, da ku hevdem bi 75-emîn salvegera Serfiraziya di Şerê dijî Naziyan de pêk were, ku gelek Kurd jî tê de beşdar kiribûn. Lê pandemiya li cîhanê sererastkirina xwe bi xwe çêkir û em neçar man ku festîvalê taloqî sala 2021-an bikin. Em hêvî dikin ku îsal her tişt dê bi serkeftî biçe sêrî û festîvala  Fîlmên Kurdî  dê bibe bûyereke kulturî ya girîng a li Moskowê."

Tora Medyayê ya Rûdawê hevkara fermî ya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 2021 e.

Kamîz Şeddadî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin