Bernameya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê diyar bû

Bernameya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Fransayê diyar bû

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Serokê Fransayê, Emmanuel Macron li Parîsê ye û îro herdu serok li koşka Elyseeyê bi hev re dicivin. Tê çaverêkirin herdu serok konfernseke rojnamevanî ya hevbeş lidarbixin. Nêçîrvan Barzanî dê paşê li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî hevdîtinê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh gihîşt Parîsê û îro Sêşemê 30ê Adara 2021an li Koşka Elyseeyê ligel Macron dicive.

Îro demijmêr 14:00 bi dema Hewlêrê Macron dê pêşwaziyê li Nêçîrvan Barzanî bike û herdu serok dê xwerina nîvro bi hev re bin. Piştre tê çaverêkirin demjimêr 15:40 konferaneseke rojnamevaniyê ya herdu lîderan hebe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Her îro demjimêr 19:30 bi dema Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Frensa, Jean-Yves Le Drian jî dicive.

Li gor agahiyan, biryar e Barzanî li gel Seroka Şaredariya Parîsê jî hevdîtinekê bike.

Dema Nêçîrvan Barzanî gihîşte Parîsê, Wezareta Derve ya Fransa, Balyozxaneya Iraqê û Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li balafirxaneyê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dostên hev ên nêzîkin in û pêwendiyeke wan a bihêz heye. Li ser vê bingehê û berevaniya Fransa li statûya Herêma Kurdistanê, Macron mêvandariya Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.

Li Koşka Elyseeyê protokola pêşwaziyê ya fermî jibo pêşwazîkirina li Serokê Herêma Kurdistanê hatiye rêkxistin, 2 rojan pêştir jî tîmeke protokola Serokayetiya Herêma Kurdistanê gihiştibû Parîsê û hevdîtin û civînan rêk dixe.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî û Şêwirmendê Bilind yê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa endamên şanda li gel Nêçîrvan Barzanî ne.

Ev serdan di demekê de ye ku ji ber Coronayê Ewropa bi giştî daxistî ye û liv û tevgerên dîplomasiyê gelek sînordar in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin