Berken Bereh: Nakokiyên di navbera Kurdan de min gelekî diêşîne

Berken Bereh: Nakokiyên di navbera Kurdan de min gelekî diêşîne

.

A+A-

Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd Berken Bereh ku rojên borî ji ber celteya dil ew rakiribûn nexweşxaneyê, derbarê rewşa tenduristiya xwe de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku nakokiyên di navbera Kurdan de wî gelekî diêşîne.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci serdana mala helbestvanê Kurd ê 68 salî Berken Bereh ya li Êlihê kir, wî pirsên li ser tenduristiya xwe bersivand.

Berken Bereh diyar kir ku ew anjiyo bûye û rewşa tenduristiya wî niha baş e.

Berken Bereh got, "Min di xewna xwe de jî bidîta min bawer nedikir ku ez ji dilê xwe aciz im yan problemeke dilî heye bi min re. Bi şev tansiyona min bilind bû, zarokan li malê tansiyona min pîvan, gotin 'Divê em te bibin nexweşxaneyê'. Wan ez birim, doktor hebek da min, min xwar. Tansiyona min baş bû û ez hatim malê.

Şeva din di heman saetê de tansiyona min dîsa bilind bû vê carê EKG girtin, ji min re gotin ku divê ez anjîyo bikim. Ji min re anjîyografî kirin, di 4 damarên min de pirsgirêk hebû, 2 ji wan stent bicih kirin, yek ji wan bi temamî vebû, nekarîn ya din vekin. Derman dane min, ez hêvî dikim wê baş be.

Ez niha baş im, ez li mala xwe, di nav zarokên xwe de me. Wek xewnekê bû, bandorê li meriv dike, wek şokekê bû?”

"Ez rêz û silav û spasiyên xwe ji hemû kesên ku xema min kişandine re dişînim"

Bereh ji hezkirî û xwendevanên xwe re got, “Ez gelekî serbilind û bextewar im. Min nedixwest bi awayî hezkiriyên min biêşin lê mixabin rastiya jiyanê ye û dawiya dawî dê xebera nexweş ji bo me hemûyan were.”

Bi rêya we ez ji hezkiriyên xwe re, rêz û silav û spasiyên xwe ji hemû kesên ku xema min kişandin re dişînim.”

Bereh destnîşan kir ku nakokiyên di navbera Kurdan de bandoreke pir xerab li wî kiriye û got, “Lîsteya xwarinê dane min, divê ez ji vê lîsteyê wêdetir neçim. Ji min re gotin divê tu li xwe miqate bî û morala xwe bilind bikî lê em wek Kurd di vê demê de çawa dikarin bibin xwedî moralek bilind? Divê Kurd biratiya hev bikin, ji hev hez bikin. Nakokiyên di navbera Kurdan de min gelekî diêşîne.”

“Dermanê min xweşî, serfirazî, serkeftin û azadiya gelê me ye. Hêvîdar im gelê me qîmeta hev bizanibin, ji hev hez bikin û zirarê nedin hev.”

 

Berken Bereh kî ye? 

Di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakurê Kurdistanş) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj, Nûbahar, Kovara W û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû.

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)

Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin