Berfê rêya 949 gundan girt

Berfê rêya 949 gundan girt

Ji ber berf û bagerê rêyên 949 gundên parêzgehên Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hatine girtin.

A+A-

Serokatiya Şaredariya Wanê ragihand ku li seranserê wê parêzgehê rêya 235 gund û navçeyên niştecihbûnê ji ber berf û bagera zêde hatine girtin.

 

Rêveberiya Rê û Trafîkê ya Bedlîsê jî amaje bi wê yekê daye ku ji ber heman sedeman rêya 240 gundan ligel bajarê Bedlîsê hatine girtin. Herwiha rêya 183 gund û avahiyan ligel bajarê Colemêrg û bajarokên wê hatine girtin.

 

Ji ber vê şepola berfê ku du roje li Mûşê dibare, rêya 291 gundan ligel bajarê Mûşê û bajarokên ser bi wê parêzgehê hatine girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin