Bêhrûz Bûçanî xelateke din wergirt

Bêhrûz Bûçanî xelateke din wergirt

Penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêhrûz Bûçanî, ku li kampeke ser bi hikûmeta Awustralyayê ya li girava Manus dimîne, Xelata Niştimanî ya Bîyografî ya Awustralyayê wergirt.

A+A-

Penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêhrûz Bûçanî, ku li kampeke ser bi hikûmeta Awustralyayê ya li girava Manus dimîne, Xelata Niştimanî ya Bîyografî ya Awustralyayê wergirt.

 

Îro Duşemî 12ê Tebaxa 2019an, Pirtûkxaneya Niştimanî ya South Wels a li Awustralyayê, ji ber pirtûka ''Me ti heval nînin, ji bilî çiyayan'', Xelata Niştimanî ya Bîyografî ya wî welatî pêşkêşî penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêhrûz Bûçanî kir..

 

Pirtûkxaneya Niştimanî ya South Wels pesnê pirtûka wî penaberê Kurd da û weke berhemekî bilind nirxand.

 

Herwiha Desteya Nirxandinê ya Xelatê jî pirtûka ''Me ti heval nînin, ji bilî çiyayan'' a Bêrûz Bûçanî weke hewleke cihê matmayînê û balkêş bi nav kir.

 

Penaberê Kurd, Bêhrûz Bûçanî ji girava Manusê bi rêya Whatsappê û peywendiya vîdyoyî beşdarî di merasimê de kir û gotarek jî pêşkêş kir. Bûçanî di gotara xwe de spasiya civaka edebî û sivîl a Awustralyayê kir û got, ew bûne beşek ji berevanîkarên me li hember vê sîstemê, ku mebesta wî hikûmeta Awustralyayê ye.

 

Penaberê Kurd, Bêhrûz Bûçanî pêştir jî ji ber nivîsandina heman pirtûka xwe, Xelata Edebî ya Vîktoriya ya Awustralyayê bi dest xistibû, lê belê ji ber ku hikûmeta wî welatî rê nedabû ew ji girava Manusê derkeve, nekarîbû di merasima wergirtina xelatê de amade bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin