Bayê awazên Kurdî Stockholmê da ber xwe

Bayê awazên Kurdî Stockholmê da ber xwe

Bi dengê Tara Jaff û Aynur Dogan, muzîka Kurdî şeveke xweş bi Kurdên Stockholmê da jyandin.

A+A-

Roza Kurd/Rûpela Nû/Stockholm

Roja şemiyê 6ê nîsanê li Stockholmê du konser ji aliyê du dengbêjên jin hatin dayîn. Gelek Kurdên Stockholmê nikaribûn pirsa ”çima her du konser di şevekê de hate organîz kirin”, ji xwe nekin. Gelek kurd dudil bûn herin kîjan konserê. Herin deng û awazên ku ji Hozat û çiyayên Dêrsimê olan dide an herin awazeke semfonîk ji gelî û zozanên Hewraman diherike, guhdarî bikin.

aynur-dogan-x.jpeg

Piştî salvegera bîranîna Helepçe, zextên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, wê Amerîka ji herêmê vekişe an na, keraseta baran û lehiya li ser Rojhilatê Kurdistanê girt û dimênên nişteciyên wê herêmê, kampanya hilbijartinên herêmî li bakurê Kurdistanê û munaqeşeyên encamên wê, wek li hemû cî warên Kurd lê hene, kurdên Stockholmê jî meheke bi stress û dilêşî da jiyandin. Awazên her du canika ji bo kurdên Stockholmê bû navberek bîhvedanê.

Aynur Dogan li Vasateaterê konser da û bi awaza xwe ya xweş, hin stranê xwe yên nuh pêşkeşî temaşevanan kir.

tara-jaff-2-002.jpeg

Tara Jaff li Stallet bi stranên gelêrî bêhtir jî yên hewremanî û bi bi intrumenta Harpa/çeng temaşevan mest kir.  Di nav temaşevanan de ne tenê kurd xelkên din û swêdî jî gelek bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin