Baxçeyên Hewselê şewitandin!

Baxçeyên Hewselê şewitandin!

Li Amedê, Bakurê Kurdistanê, Baxçeyên Hewselê ku di lîsteya UNESCOyê de ye hat şewitandin. Di encama şewatê de gelek zirar li baxçeyê hatîye.

A+A-

Baxçeyên Hewselê di sala 2015an de ji alîyê UNESCOyê li Lîsteya Mîratên Dinyayê hatîbû pejirandin ji alîye hîn kesan hat şewitandin. Piştî hemwelatî pêhesîyan agahî dan ekîbên agirkujê û şewat hat vemirandin.

Piştî vemirandina şewatê hat dîtin ku zirareke mezin li baxçeyê daye. Di derheqê şewatê de lêpirsîn hatîye dest pê kirin.

Baxçeyên Hewselê, li Bakurê Kurdistanê baxçeya herî mezine kut ê de gelek cureyê çûkan jîyan dike. Ji xeynî çukan rovî, jojî, seyê avî, kûze û sivore jî li baxçeyê dihewin. Baxçe di navbera parseka Çemê Dîcleyê û Kelha Amedê cî digire. Nêzikî 700 hektar baxçeyeke biber e.

Baxçeyên Hewselê wek ‘cergê bajêr’ tê binav kirin û di sala 2015an de ketîye Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin