Barzanî: Emê sînorên Kurdistanê diyar bikin!

Barzanî: Emê sînorên Kurdistanê diyar bikin!

Barzanî: Emê sînorên Kurdistanê diyar bikin!

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê Operasyona Mûsilê de got: “Rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bo Kurdan giring e. Ji ber ku ew bajar nêzîkê Hewlêrê ye.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel beşa Farisî ya Dengê Amerîkayê, behsa geşedanên li navçeyê û Kurdistanê kir.

Derbarê rola Kurdan a di Operasyona Mûsilê de Barzanî diyar kir ku operasyon ji bo Kurdan pir giring e û dê Hêzên Pêşmerge jî rolek giring bilîze û got:

“Di vê mijarê de hemahengiyek baş di navbera me, hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên hevpeymanan de, heye.”

Li ser mijara pêşwazîkirina koçberên Mûsilê da zanîn ku bi tevê hejmara zêde yê koçberên li Herêma Kurdistanê, hikûmetê komîsyonek taybet ji bo pêşwazîkirina koçberan ava kiriye û diyar kir ku ev komîsyon li gel Neteweyên Yekgirtî (NY) di nava koordînasyonê de kar dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê dema destpêkirina Operasyona Mûsilê de jî ev agahî dan:

“Heta niha jî amadekarî ji bo destpêkirina vê operasyonê nehatiye kirin. Ya giring di operasyonê de rêvebirina rewşa bajêr e. Ji ber ku Mûsil bajêrek mezin e û piştî operasyonê kontrolkirina rewşê, ji operasyonê zehmettir û girantir e.”

Protokola leşkerî ya Hewlêr û Washingtonê

Serokwezîr Barzanî li ser protokola leşkerî ya Hewlêr û Washingtonê jî got:

“Rêkeftin du alî ye. Aliyek li ser pêşkeşkirina alîkariya darayî ye ji bo Hêzên Pêşmerge. Aliyê din jî taybet li ser rêxistina leşkerî ya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye. Li gor vê yekê nabe destê sêyem bikeve nav alîkariyên ku Amerîka pêşkeşê Herêma Kurdistanê dike. Herwiha ji bo rizgarkirina Mûsilê û navçeyên din ên bin destê DAIŞê, dê di navbera herdu aliyan de hemahengî hebe.”

Derbarê nûçe û agahiyên ku dibêjin ‘Fermandarê Artêşa Qudis Qasim Silêmanî ji Nûrî Malîkî daxwaz kiriye ku hûrgûliyên rêkeftinê bidest bixe, rê nede ev rêkeftin were cîbicîkirin û herwiha li Kurdistanê avakirina baregahên nû yên leşkerî yên Amerîkayê asteng bike’ Barzanî wiha axivî:

“Ti agahiya me ji nûçeyên wiha nîne. Li gor nêrîna min, ev nûçe ji rastiyê dûr in. Me derbarê protokolê de Bexda agahdar kiriye, herwiha dibe Amerîkayê jî ew agahdarkiribin. Ji ber ku di rêkeftinê de tiştek nû nîne û di encama hevdîtinên çend mehan a du aliyan de hatiye îmzekirin.”

“DAIŞ ji derve nehatiye Iraqê”

Nêçîrvan Barzanî daxuyand ku pêvajoya piştî şerê DAIŞê dê giringtir be, ew di vê mijarê de jî nîgeraninû sedema vê yekê jî wiha anî ziman:

“Divê em vê yekê ji birayên xwe yên Ereb re bêjin ku DAIŞ li ser bingehê hizra neteweperestiya erebên şoven û îslamiyeta tundrew ava bûye. Ji derveyî Iraqê nehatiye. Ji ber vê yekê, piştî azadkirina Mûsilê navendek ji bo xîlafeta DAIŞê namîne. Wê demê jî emê rûbirûyê hizra DAIŞê bibin. Bi rêya şerê partîzanî û şaneyên nehênî dê kar bike. Bi nêrîna min, wê demê DAIŞ bi rêya çek û şerê leşkerî xilas nabe. Jilewra pêwîstî bi çareseriya siyasî û pêdaçûnê heye.”

“Pêwîste sînorên Kurdistanê bên diyarkirin”

Li ser pirseke taybet a derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî Barzanî wiha bersiv da:

“Serxwebûn mafekî gelê Kurd e û mafê diyarkirina çarenivîsa xwe, yek ji armancên gelê Kurd e. Pêwîste piştî şerê DAIŞê sînorên me ku bi xwînê hatine rizgarkirin, bên diyarkirin. Piştî şer li gel Iraqê bimînin an jî bibin herêmak konfederal, dîsa jî divê sînorên xwe bizanin û diyar bikin.”  

Derbarê çawaniya ragihandina serxwebûnê, piştgiriya YNK û Tevgera Goran a serxwebûnê û herwiha helwesta welatên cîran jî Barzanî wiha got:

“Em rewşa Herêma Kurdistanê û ya derodr baş fam dikin. Welatên ku serxwebûna xwe ragihandin jî di nava pirsgirêkên giran ên siyasî û aborî de bûn. Em jî dikarin weke wan welatan van pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Sedema pirsgirêkên Iraqê ne em in. Piştî sala 2003ê me daxwaza Iraqek nû dikir ku pişta xwe dabe yasa û destûrê. Lê we Iraq ava nebû. Du awayên Iraqê hene. Iraqa pêş Mûsilê û Iraqa piştî Mûsilê. Em nikarin êdî vegerin rewşa beriya dagirkirina Mûsilê. Lê, çi serxwebûn û çi jî konfederalîzmê hilbijêrin, em ê di destpêkê de li gel Bexdayê bişêwirin. Di vê rewşê de bandora Îran û Tirkiyê li ser me nabe. Biryara me çi dibe bila bibe, dê Bexda herdem weke hevbeşek me yê stratejîk bimîne.  

Di hevpeyvînê de Nêçîrvan Barzanî li ser krîza navxwe ya Iraqê jî nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku bingeha pirsgirêkan şêweyê hizirkirinê ye û rexne jî ji desthilata Bexdayê kir ku hewl dide desthilatê di navendekê de kom bike.

Barzanî destnîşan kir ku ti caran pêwîstiyên destûrê nehatine pêkanîn û herdema ku rêveberiya Bexdayê hestpêkiriye ku ji aliyê leşkerî ve bihêz in, berê tangan dane Kurdistanê, bûdceya Kurdistanê birîne û got:

“Pirs ev e; gelo em dikarin heta 10 salên din çavên xwe ji van xeletiyan re bigrin. Bêguman nexêr. Raste nakokiyên me yên navxwe hene. Lê di vê mijarê de em hebû bi rijd in û biryara me jî serxwebûn e.”  

Hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê

Derbarê hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê jî Barzanî ragihand ku ew ji ber serkeftina îradeya gelê Tirkiryê kêfxweş bûne û daxuyand ku darbeyên di dîroka Tirkiyê de jî ti sûdek negihandine gelê Kurd, berovajî zirar dane.

“Herêma Kurdistanê ji bo cîranên xwe nabe cihê gefê”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku ew nûçeyên dibêjin ‘Erebîstana Siûdî piştgiriyê dide partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî çavê xwe ji vê yekê re digre” ne rast in. Barzanî diyar kir ku weke welatên din konsolxaneya Erebîstana Siûdî jî li Herêma Kurdistanê heye û ti çalakiyek taybet an jî rahênana leşkerî nade ti partî û hêzekî.

Barzanî di vê mijarê de wiha axivî:

“Herêma Kurdistanê ji bo Îranê û Tirkiyê, herwiha pêştir jî ji bo Sûriyê nebû cihê nîgeraniyê û nabe jî. Em hewldidin ku bi ti awayî pirsgirêk ji bo welatên cîran çênebe. Derbarê çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) di nûçeyan de pir zêdegavî hatiye kirin. Ji vir dipirsim; sala derbasbûyî PJAK çend çalakî kirine û çend kes kuştine? Ji ber çi tenê carekê jî Îran behsa van nake?”

Nêçîrvan Barzanî spasiya PDKÎ, Komele û partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku gelek caran berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav girtine û hewldane ewlekariya Kurdistanê têk nedin.

Barzanî nîgeraniya xwe li hember daxuyaniyên hinek berpirsên Îranî jî anî ziman û wiha pêde çû:

“Em ji ber tometên Îranê nîgeran in. Li gel Îranê desteyek me yê hevbeş heye. Em dikarin van mijaran bi rêya wê desteyê gotûbêj bikin û çareseriyan peyda bikin. Em gefên Îranê red dikin. Bêguman siyaseta me ne ew e ku li ser axa me ve êrîş bibe ser Îranê. Ji ber ku Îran cîranek giring e û me divê pêwendiyên me yên dostane hebin.”

Serokwezîr Barzanî daxuyand ku wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê di navbera PKK û dewletê de navbeykarî kiriye û berpirsên dewleta Tirkiyê bi rêya şatî û diyalogê daxwaza çareserkirina pirsgirêkê kirine lê, di rastiyê de ew heman daxwazê li gel berpirsên Îranê nabînin.

Barzanî wiha got:

“Li Îranê, bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya guftûgoyan nîne. Heger bingehek wiha hebe bêguman em jî kêfxweş dibin û dikarin navbeynkariyê jî bikin.”  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin