Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina mafên rewa yên gelê me de ye.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina  mafên rewa yên gelê me de ye.

Serok Barzanî bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezrandina PDKê, peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

 

“Bi navê Xwedayê Bexşinde û Mêhreban

Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me de hevşan bi hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê re qurbaniyên mezin dane.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û durist û bi aşkere xebar kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û ta îro jî bi peyrewkirin li rêbaza Barzanî wek riya rast a Kurdatiyê bi diruşm û kirdarî pêşeng e.

Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim careke din spasiyê li xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermiyana bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîma me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.

Silav li giyanê pakê şehîdan, silav li Pêşmerge!

Bijî Kurdistan!

Her dem şad û serbilind bin”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin