Baroya Diyarbekirê: Di girtîgehan de li hember zarokan tundî heye

Baroya Diyarbekirê: Di girtîgehan de li hember zarokan tundî heye

.

A+A-

Komîsyona Zarokan a Baroya Diyarbekir derbarê binpêkirinên mafên zarokên girtîgehan de ne, raportek ji raya giştî re ragihand. 

Komîsyona Zarokan a Baroya Diyarbekir derbarê binpêkirinên mafên zarokên girtîgehan de ne, raportek ji raya giştî re ragihand. Raportê de tê amajekirin ku zarok rastî tund û tujiyê tên û ji bo ku nebin gilîdar jî gef li wan tê xwarin.

Ji aliyê Navenda Mafên Zarokan a Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Diyarbekir û Navenda Komîsyona Mafên Mirovan ve ji meha gulanê pê de bo 3 mehan çavdêriya rewşa zarokên di girtîgehan de ne hatiye kirin û ev yek wek raport hat aşkerekirin.

Di raporta ji aliyê Parêzer û Endamê Komîsyona Zarokan Sedat Gorduk ve hatî xwendin de hat amajekirin ku di vê pêvajoyê de li gel 32 zarokan hevdîtin hatiye kirin û di warê binpêkirinan de tiştêk derdikevin pêş ew in ku zarok rastî tund û tujiyê tên, ji bo ku pirsgirêkên xwe bi parêzeran re parve nekin jî rastî zextan tên û gef li wan tên xwarin.

Di raportê de tê gotin ku rayedarên girtîgehan ji zarokan re dibêjin eger ew tiştên di girtîgehan de diqewimin ji parêzeran re bêjin dê bo cihên ku girtîyên dijberên wan werin veguhestin, lê eger nebêjin dê bo cihên derfetên wan baş werin veguhastin.

Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren da zanîn ku wan derbarê binpêkirinên hember zarokan de di 7ê Îlonê de banga tawanê kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin