Bang li welatîyên xwe yên Ewrûpayê kir: Cîranê xwe bigre û bîne Tirkiyê

Bang li welatîyên xwe yên Ewrûpayê kir: Cîranê xwe bigre û bîne Tirkiyê

Tirk neteweperest in gelek ji wan yên Ewrûpayê dê guh bidin serokkomarê xwe û havîna xwe ya îsal li welatê xwe derbas bikin û hewil bidin cîranê xwe jî bi xwe re bibin!

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan bi berpirsiyarên sektora turizmê re civîneke çêkirîye û bang welatîyên xwe yên Tirkiyeyê ku li Ewrûpayê dijîn kirîye; ew cîranê xwe jî bigrin û bên Tirkiyeyê betlandina/tatîla xwe bikin. Erdogan gotîye; ” hin li derveyî welêt 5 milyon welatîyên wan hene, ji wan hin vegerîyane Turkiyeyê bi cî bûne lê 3 milyon û nîv hevwelatîyên wan li wê ne û têkiliyê wan hin hene.”

Par ji ber ku turîst neçûn Tirkiyeyê, sektora wê ya turîzmê felc bibû, plajên wan vala mabûn. Ji bona ku îsal heman tişt dubare nebe dewleta Tirk nuha de tedbîran werdigre.

Tirk neteweperest in gelek ji wan yên Ewrûpayê dê guh bidin serokkomarê xwe û havîna xwe ya îsal li welatê xwe derbas bikin û hewil bidin cîranê xwe jî bi xwe re bibin!

Dewleta Tirkiyê ku parçeyeka welatê kurdan di bin destê wê de ye û mafê kurdan yê kolektîfî bi yasayî qebûl nake û hikûmeta AKPê ev du salên dawîyê sîyeseteka tund û tûj him li hundir û him jî li derve dimeşîne û bi bahaneya hewildana derbeya 15ê tebaxa 2016ê li seranser welatê xwe Rewşa Awerte îlan kirîye; demokrasî, azadî, serdestîya huqîqî û mafê mirovî binpêkirîye û li dijî hemû mixalifên xwe sîyaseteka hovane dimeşîne ewrûpî berê xwe nadin Tirkiyeyê û li wê tatîla xwe nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin