Balyozê Îsraîlê: Tirkîye li dijî Kurdan qirkirina etnîkî dike

Balyozê Îsraîlê: Tirkîye li dijî Kurdan qirkirina etnîkî dike

Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî derbarê Rojhilata Navîn de civîya û di civînê de zêdetir behsa êrîşa ‎leşkerî ya Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hat kirin, hevdem di civînê de Balyozê Îsraîlê bi ‎tundî êrîşî Tirkîyê kir.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî derbarê Rojhilata Navîn de civîya û di civînê de zêdetir behsa êrîşa ‎leşkerî ya Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hat kirin, hevdem di civînê de Balyozê Îsraîlê bi ‎tundî êrîşî Tirkîyê kir.‎

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî duh roja Duşemê hat lidarxistin û di civînê de careke din rewşa Rojhilata Navîn û Sûrîyê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Balyozê Îsraîlê li Netewên Yekgirtî, Danny Danon ragihand ‎ku Tirkîye bûye sedema nearamiyê li deverê û herwiha li dijî Kurdan qirkirina etnîkî dike.‎

Balyozê Îsraîlê da zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Erdogan, Tirkîye kirîye binkeyek bo terorîstên herêmî û ‎hevdem ti nermîyekê jî li beramber Kurdan nîşan nade.

Danny Danon ‎got: "Ji civîna me ya dawî û heta niha, dagîrkerîya Erdogan bo ser bakurê rojhilatê Sûrîyê bûye ‎sedema nearamîyê li navçeyê. Şerxwazîya Erdogan pêdivî bi ti serbilindî û surprîzekê nake, ji ‎ber çar sal berî niha, Erdogan ji ber binpêkirinan û herwiha piştîvanîkirina rêxistinên ‎terorîst dever tevlîhev kir. Erdogan Tirkiîê dibe ser rêya çêkirina serdemeke nû ya ‎dagîrkerîya Osmanî."‎

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin