Bakurê Kurdistanê- Kampanyayên ji bo dersa hurdî berfireh dibin

Bakurê Kurdistanê- Kampanyayên ji bo dersa hurdî berfireh dibin

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê helmetên sûdwergirtina ji perwerdehiya kurdî, her diçe berfireh dibin. Helmetên ku ji bo dersên bijarte yên kurdî destpêkiribû, her diçe hezkirî û xemxwarên kurdî zêdetir bang li welatiyên kurd dikin.

Hunermend, weşanger, youtuber, fenomenên medya civakî, siyasetmedar û ji her pişeyî kesayetên ku pêşengiya civakî dikin, bi ragihandina diyarîkirinan û piştgirî dayîna perwerdehiyê; bangewaziya bijatina dersên Kurdî dikin.

Mafê dersên bijarde yên bi Kurdî, di sala 2012an de yekem car hatibû pejirandin, lê heta niha li gor pêwistiya civakî jê sûd nehatiye wergirtin. Aliyê dewletê hênceta ku ‘daxwaza xwendekaran nîn e’ nîşan didan, welatî û xwendekar jî ji asteng kirinan û nebûna derfetên dayîna dersên kurdî bi gazinc bûn. Bi vê helmeta dawî re jî partiyên desthilatê heta partiyên opozisyonê, piştgiriyê didin ku zarokên kurd dersên kurdî hilbijêrin.

Hêjayî gotinê ye jî heta niha ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ve tu daneyên ku kîjan sal çend zarok dersên kurdî hilbijartine nehatiye ragihandin, lê li gor daneyên ku di sala 2013an de li ser medyayê hatine belav kirin; li Diyarbekirê ji 35 hezar û 855 xwendekaran 4 hezar û 455 xwendekar dersên kurdî bijartine.

Herwiha tê çaverêkirin ku piştî vê helmetê, hilbijartina dersên kurdî jî bi daneyên balkêş zêde bibin.

Wek dersên bijarde perwerdehiya bi kurdî, li gor pêwistiya civaka kurd bibîne, gelek kêm tê nirxandin û hemû aliyên kurd jî radigihînin ku ev gaveke gelek biçûk e, lê welatî û zarokên kurd dikarin bi daxwazên xwe, pêwîstiya perwerdehiya misoger ya kurdî jî bi vê rêyê nîşan bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin